Rêxistinên civakî yên Amedê: Bila teklîfa qanûnê paş de were kişandin 2020-12-24 14:56:07   AMED – Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê diyar kirin ku teklîfa qanûnê ya dê qeyûm deyne ser rêxistinên civkî li dijî Destûra Bingehîn e û xwestin teklîf paş de were kişandin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Înîsiyatîfa Maf, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Baroya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê têkildarî teklîfa qanûnê ya dê dikaribe qeyûm tayînî ser rêxistinên civakî bike daxuyaniyek hevpar li dar xist. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê pêk hat û nûnerên rêxistinên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘TEKLÎF DÊ TALÛKEYÊ BÎNE’    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê parêzer Ercan Yilmaz daxuyanî xwend. Yilmaz destnîşan kir ku teklîfa qanûnê ya tê xwestin bixin meriyetê di serî de li dijî Destûra Bingehîn û peymanên mafê mirovan ên navnetewî ye û ev teklîfa qanûnê wê sînordarkiyek cidî deyne pêşiya xebatên berhevkirina alîkariyê û rêxistinkirina azadiyê. Yilmaz anî ziman ku bêyî nêrîna aliyên civakî were girtin ew dixwazin teklîfên bi vê terzê neyên kirin û paş de were kişandin û heke teklîf bibe yasayî dê gelek talûkeyan bi xwe re bîne.