Zilamê faîlê îstismarê xwe ‘hişê min ne li serê min e’ parast 2020-12-24 14:46:41   WAN – H.C ku ji ber îstismarkirina zarokekî li Wanê deket pêşbêrî dadger, parastina xwe bi gotin ‘hişê wî ne li serê wî ye’ kir.    Çaremîn danişîna zilamê bi navê H.C ku li navçeya Rêya Armûşê zarokekî îstismar kiribû û doza lê hatibû vekirin, li 1’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Parêzerên zarokê ku H.C. wê îstismar kiribû li danişînê amade bûn.   Di danişînê de H.C. parastina xwe kir û angaşt kir ku qezaya trafîqê derbas kiriye, ji ber bikaranîna hişbirê hişê wî ne li serê wî bûye.    Parêzerên zarok jî li dijî vê parastina H.C. derketin û xwestin ku bê cezakirin.    DANIŞÎN TALOQ BÛ   Dadgeh, biryar da ku H.C. sewqî Nexweşxaneya Nexweşînên Rûhî û Sênirê bê kirin û danişînê taloqî 9’ê çileya 2021’an kir.