Gergerlîoglû dê giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê bike 2020-12-24 14:26:45   ENQERE - Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir ku ji ber Midurê Polîsan ê Ûşakê têkildarî lêgerîna tazî tu lêpirsîn nedan destpêkirin dê giliyê wî bike.   Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû di civîneke li Meclîsê li dar xist de ragihand ku wê giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê û hin saziyên medyayê bike. Gergerlîoglû, da zanîn ku Midurê Polîsan ê Ûşakê heqaret li wî kiriye û peywîra xwe bi cih neaniye. Gergerlîoglû, destnîşan kir ku derbarê mexdûriyeta jinên ku lêgerîna tazî li wan hat ferzkirin de tu lêpirsîna îdarî nehatiye destpêkirin.