Doza sereke ya Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2020-12-24 14:01:09 STENBOL – Danişîna doza sereke ya Ozgur Gundemê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a ji dozê tê darizandin got ev darizandin ne bi awayek  objektîf tê kirin Danişîna 3’yemîn a doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hatibû girtin li Dadgeha Cezayê Giran a 23’yemîn a Stenbolê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, rojnamevan Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Zana Kaya bi îdiayên “yekîtiya dewletê xera kirine”, “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kirine” ji doza rojnameyê tên darizandin. Keskîn û Kizilkaya beşdarî danişînê bûn.    ‘DARIZANDINEK OBJEKTÎF NÎNE’    Eren Keskîn di danişînê de parastina xwe kir û diyar kir ku ji ber wê Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ya herî zêde li Tirkiyê bi zextan re rûbirû maye kiriye tê darizandin. Keskîn anî ziman ku sûcên xistine stûyê wan ne hiqûqî ne û ji ber darizandinek objektîf nayê kirin dê beyanan li beyanê xwe zêde neke.    Rojnamevan Înan Kizilkaya jî axivî û xwest ew ji dozê were beraetkirin.   Piştî parastinan şandeya dadgehê danişînê taloqî 15’ê sibata 2021’an kir.