Biryara yekkirina dozên Eren Keskîn hat dayîn 2020-12-24 13:35:30   STENBOL - Dosyaya doza Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn a bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, bi dosyaya jê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re tê darizandin re hat yekkirin.   Duyemîn danişîna Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku bi hincetên parvekirinên medyaya civakî bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Keskîn beşdarî danişînê nebû, parezera wê Jiyan Tosûn li danişînê amade bû. Ji ber guhertina heyeta dadgehê danişîn bi xwendina girtekên danişîna berê dest pê kir. Di danişînê de dozger xwest dosyaya Keskîn bi dosyaya wê ya li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran ku bi heman sûcdariya tê darizandin ve bê yekkirin. Parêzer Tosûn li hemberî biryara dozger derneket.   DOSYA YEK KIRIN   Heyeta Dadgehê, biryar da ku dosyaya Keskîn a heyî bi dosyaya wê ya li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê re bê yekkirin.