Ji Yeneroglû ji bo Soylû: Wezîrê ku ji mewzûata xwe haydar nîne 2020-12-24 13:28:28   ENQERE – Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Mûstafa Yeneroglû, mewzûatê bi bîra Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku ji ber anîna rojevê ya îşkenceya ‘lêgerîna tazî’ Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû kir hedef xist.    Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Mûstafa Yeneroglû, ji ber hedefnîşandina Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku îşkenceya ‘lêgerîna tazî’ anîbû rojevê, bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû da. Yeneroglû, bi mewzûta di meriyetê de bersiv da Soylû.    Yeneroglû, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniya Soylû û mewzûatê par ve kir û bi van gotinan bertek nîşanî wî da: “Ka hûn li rewşa ku welatê min ketiyê binêrin. Wezîrekî Karên Hundir ku ji mewzûata xwe ne haydar e, weke ku henekê xwe bi gel bike heqaret dike û gef dixwe. Lêgerîna tazî jixwe di mewzûatê de heye. Her wiha tenê îsal ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derketine 167 kes hatine derpkirin.”   Soylû, bi van gotinan Gergerlîoglû hedef nîşan dabû: “Parlamenterê HDP’ê heke van angaştên xwe yên li dijî Teşkîlata Polisên Tirk, îspat neke, bênamûs û bêşeref e.  Bûxtana ‘lêgerîna tazî’ alçaxî û bênamûsî ye. Birina kursiyê meclisê ya vê yekê kî tengezarî ye.”