Danişîna hevşaredarên girtî hat taloqkirin 2020-12-24 13:02:22   WAN – Danişîna Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn û Hevşaredara Artemêtanê ya berê Rojbîn Sevîl Çetîn hatin taloqkirin.    Danişîna çaremîn a dozên Hevşaredara Navçeya Erdîşa Wanê Yildiz Çetîn a qeyûm danîne şûna wê û Hevşaredara Navçeya Artemêtanê ya berê Rojbîl Sevîl Çetîn ku ji ber faliyetên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) birêve birine û bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” tên darizandin hat lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê hat lidarxistin û her du hevşaredar jî bi rêya dîmen û deng ji girtîgehên lê girtî ne beşdarî danişînê bûn.    Parlamenter û rêveberên HDP’ê doz şopandin û parêzerên hevşaredaran di danişînê de amade bûn.    Hevşaredar Yildiz Çetîn di parastina xwe de diyar kir ku ev demeke ji ber rîska koronayê nikare bi malbata xwe re hevdîtin bike û xwest were berdan.    Endama Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a HDP’ê û Hevşaredara Artemêtanê ya berê Rojbîn Sevîl Çetîn a di hezîranê de bi îşkenceyê ji dozek li Mêrdînê lê vebûbû hatibû girtin jî parastina xwe kir û dozên derbarê wê de hatine vekirin hemûyan kirine yek. Çetîn anî ziman ku xebatên wan bi rêve biriye ne sûc in û xwest were berdan.    Di danişînê de parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin miwekîlên wan werin berdan.    Şandeya dadgehê dewama girtina hevşaredaran da û ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de danişînê taloqî 11’ê adara 2021’an kir.