Abbas Şahîn ê Egîtîm Senî hat berdan 2020-12-24 12:30:42   AMED - Hevserokê berê yê Şaxa Egîtîm-Sena Amedê Jimara 1'an Abbas Şahîn ê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girtî dihat darizandin, di danişîna ewil de hat berdan.   Danişîna ewil a doza Hevserokê berê yê Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê ya Şaxa Amedê (Egîtîm Sen) a Jimara 1'an Abbas Şahîn ê derbarê xebatên sendîkayî de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girtî dihat darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Amedê hat lidarxistin. Di danişîna ku Şahîn bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parêzerên wî Îbrahîm Afşar û Mehmet Oner jî amade bûn. Ji ber hincetên tevdîrên kovîd-19’ê ji malbata Şahîn tenê destûr dan 4 kes danişînê bişopînin.   Şahîn parastina xwe kir û diyar kir ku xebatên wî di çarçoveya xebatên sendîkayî de ne, sucdariyên derbarê xwe de red kirin û xwest were berdan.    Dozger xwest ku Şahîn girtî were darizandin. Parezerên Şahîn jî diyar kir ku xebatên muwekîlê wan xebatên sendîkayî ne û xwestin were beraetkirin.      Şandeya dadgehê, pêvajo ango dema girtina Şahîn li ber çavan girt û biryara berdanê da û danişînê taloqî 6’ê nîsana2021’an kir.