Greva birçîbûnê di roja 28’an de ye: Li Wanê 7 girtî di grevê de ne 2020-12-24 11:39:11 WAN - Çalakiya grevên birçîbûna ya li girtîgehan hatiye destpêkirin ket roja 28’an. Li Wanê 7 girtî çalakiyê didomînin.  Li girtîgehên Tirkiyê çalakiya greva birçîbûnê carek din di rojevê de ne. Girtiyan li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorvegerkirin.    Greva birçîbûnê bi awayê kom bi kom 5 rojan çalakiyê birêve dibin. Greva birçîbûnê ket roja 28’an. Koma 6’emîn greva birçîbûnê didomîne.    LI WANÊ 7 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE    Li aliyê din li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind 3 girtî, li GirtîgehaWanê ya Tîpa F 3 girtî û li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T girtiyek ketin greva birçîbûnê.    Navê girtiyên li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F ketine greva birçîbûnê wiha ne: Aydin Kûş, Sînan Bîtîk, Rêzan Mahmût. Piştî vê komê dê girtiyên bi navê Hasan Akman, Îzbat Oran û Seyîthan Çalişir greva birçîbûnê dewr bigirin.    Navê girtiyên li girtîgehên din ketine greva birçîbûnê nehat zanîn.