Bêyî delîl 5 salan di girtîgehê de man 2020-12-24 09:08:30 AMED - Serhat Guzel û Vedat Bayram ku bêyî delîlek jî hebe ji ber kuştina du polîsan hatibûn girtin, piştî 5 sal û 2 mehan beraet kirin.  Li navçeya Seyhan a Edeneyê di 28'ê Îlona 2015'an de êrîşeke çekdarî pêk hatibû û di wê êrîşê de du polîs miribûn. Piştî bûyerê Serhat Guzel û Vedat Bayram di 10'ê Cotmeha 2015'an de hatibûn girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê bi îdiaya "xerabkirina yekîtî û yekparebûna dewletê" sê caran cezayê muebeta giran, bi îdiaya "kuştina bi qesdî" û "bi awayekî dereqanûnî çekhilgirtin" 22 sal û 6 meh ceza li Guzel û Bayram birîbû. Piştî ku Ddageha Bilind biryara dadgeha herêmî xera kiribû, doz cardin li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Edeneyê dest pê kiribû. Lê belê dadgehê vê carê ji ber ku delîl tune ne derbarê Guzel û Bayram de biryara beraetê da. Piştî vê biryarê Guzel û Bayram ji Girtîgeha Odemîş a Îzmîr a Tîpa M'yê derketin.    TAHDEYA FIZÎKÎ Û DERÛNΠ   Serhat Guzel ê 28 salî ku 5 sal û 2 mehan di girtîgehê de ma, behsa bêhiqûqîtiya pê re rû bi rû mane kir.   Guzel, diyar kir ku gava bi otobêsê diçû Stenbolê hatiye binçavkirin û wî birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê û li wir bi awayekî fizîkî û derûnî tahde lê hatiye kirin. Guzel, diyar kir ku a din a rojê bi balafirê wî anîne Midûriyeta Polîsan a Edeneyê û li vê derê jî bi awayekî fizîkî û derûnî tahde lê hatiye kirin û piştî 3 rojên di binçavan de hatiye girtin û wî birine Girtîgeha Edeneyê ya Tîpa F'yê.    DELÎL TUNE NE    Guzel, bilêv kir ku bêyî ku derbarê wî û Vedat Bayram de delîlek hebe cezayê muebedê li wan hatiye birîn û got: "Ji ber ku me zanibû biryareke siyasî, cezayê hat birîn em neheyirandin. Gava cezayê muebedê li min hat birîn, tenê hêrs bûm. Min got, çi dibe bila bibe ez ê li ber xwe bidim û ez ê xwe ji bo şert û mercên herî zehmet amade bikim. Wekî din min tu tişt hîs nekir."    Guzel, anî ziman ku piştî Dadgeha Bilind biryar xera kiriye jî bihêvî nebûye û li bendê bûne ku di darizandina nû de jî tişteke din bê fesilandin, lewma heya danişan dawî jî ne li benda biryara beraetê bûne.    Guzel, destnîşan kir ku ji ber ku kurd in hatine sûcdarkirin û got: "Midûriyeta polîsan fezlekeyên xwe wekî delîlan dan be rdadgehê. Gava em hatin binçavkirin em hatin sûcdarkirin. Bi vî awayî rê li ber dadgehan xistin. Derbarê me de tu hikum tune bû, em ceza kirin."    GIRTÎGEH    Guzel, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî û diyar kir ku ji roja hatiye girtin binpêkirin dest pê kirine û got: "Gardiyan, jimariya şipyakî li girtiyan ferz dikin. Gava girtî li ber vê radibin, cezayê dîsîplînê tê birîn. Hin gardiyan girtiyan proveke dikin. Ên li ber van provakasyonan radibin, cezayê dîsîplînê li wan tê birîn."    QEDEXEKIRINA PIRTÛKÊN KURDΠ   Guzel, anî ziman ku li girtîgehan pirtûkên kurdî qedexe ne û ji bo vê jî hinceta "wergêr tune ye" tê nîşandan. Guzel, diyar kir ku rayedarên girtîgehê ji girtiyan re gotine ji bo pirtûkên kurdî bên divê hûn heqê wergrêr bidin. Her wiha Guzel, da zanîn ku radyo û rojname jî nedidan wan.    GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ    Guzel, destnîşan kir ku sedema binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tecrîda li Îmraliyê ye û got: "Heya pirsgirêka tecrîdê neyê çareserkirin wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin." Guzel, anî ziman ku daxwaza sereke ya girtiyên di greva birçîbûnê rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û heya daxwaza wan neyê qebûlkirin wê çalakî veguhere çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger û paşê jî wê veguhere rojiya mirinê.    Guzel got: "Girtî ji bo vê amade ne. Bibiryar in û moralê wan baş e. Lewma biryara wan zelal e."    MA / Cengîz Ozbasar