Polatê HDP’î hat berdan 2020-12-23 16:57:46   STENBOL - Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Lîder Polat ku ji aliyê kesên xwe wek polîs dabûn naskirin ve hatibû revandin û bi hinceta ku “ji telefona wî peyamên gefxwarinê hatine şandin” hatibû binçavkirin, piştî îfadeya wî hat girtin, hat berdan.   Endamê Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lîder Polat, di 27’ê tebaxê de ji aliyê kesên ku xwe weke polîs dabûn naskirin ve hatibû revandin. Polat, îro dema ku xwest ji Balafirgeha Îzmîrê biçe Stenbolê hat binçavkirin. Ji telefona Polat a ji aliyê kesên ku ew revandibûn ve hatibû desteserkirin “peyamên gefxwarinê hatibûn şandin.” Polîsan di çarçoveya lêpîrsîna Dozgeriya Komarê ya Anatoliya ya Stenbolê dabû destpêkirin de ji bo îfadeya wî bigirin Polat binçav kiribûn. Polat, piştî ku li Edliyeya Îzmîrê bi SEGBÎS’ê îfadeya wî hat girtin, hat berdan.