Parêzerê Demîrtaş: Her kêliya ku neyê berdan sûc e 2020-12-23 16:15:39   STENBOL - Parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Ramazan Demîr biryara DMME’yê nirxand û diyar kir ku her kêliya ku Demîrtaş neyê berdan binpêkirinek û sûcekî nû ye.   Daîreya Mezin a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê ku ji 4’ê Mijdara 2016’an ve girtî ne, duh biryara xwe eşkere kir. Dadgehê, diyar kir ku girtina Demîrtaş ne hiqûqî ye, bi hincetên siyasî girtî ne û biryara berdana wî da.   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan derbarê biryara DMME ya têkildarî Demirtaş de di komcivîna li Meclîsê de got: “DMME nikare biryareke ku bikeve şûna biryara dadgehên me bide. Ev biryar wê tenê ji aliyê dadgehê me ve were nirxandin.”   Parêzerê Demîrtaş, Ramazan Demîr biryara DMME û gotinên Erdogan ji ajansa me re nirxand.   'DMME JI TIRKIYÊ ACIZ BÛYE'   Demîr, diyar kir ku DMME di biryara daye de nirxandinên berfireh kirine û wiha got: “Çima DMME biryareke wisa da? Ji ber ku ji Tirkiyê û dewletên weke wê aciz bûye. Êdî DMME nikare girtinên ji ber xebatên siyasî piştguh bike. Di vî warî de gelek dosya li DMME'yê kom bûn. DMME dixwaze êdî van dosyayan çareser bike. Bi taybetî jî xwest derbarê qanûna 'endamtiya rêxistinê' de gotineke mîsoger bêje. Bi awayekî berfireh şîrove kir û ev biryar da ku kes nikare îtîraz bike. Ev biryar ji bo dozên siyasî yên li welat jî girîng e.”   ‘DARAZA TIRKIYÊ HAT ÎFŞAKIRIN’   Demîr, da zanîn ku DMME'yê bi vê biryarê re peyamên vekirî dan Tirkiyê û wiha axivî: “DMME’yê got ‘tu bi van delîlan nikarî bêjî mirovekî tu endamê rêxistinê yî û kesên dixebitin bigirî.' Bi vê biryarê re daraza Tirkiyê ya ku ketiye bin kontrola siyasetê hat îfşakirin. Ji ber wê yekê biryareke bi hêz û dîrokî ye. Derbarê Tirkiyê de tespîtên gelek saxlem hene. Dadgehek bi hêsanî gotinên wisa giran nabêje.”   ‘MECBÛR IN BERDIN’   Demîr, derbarê gotinên Serokkomar Erdogan de jî wiha got: “Derbarê gavavêtina berdana muwekîlê me de ew dizanin, her kêliya ku neyê berdan binpêkirin û sûcekî nû ye. Mecbû rin berdin. Heta ku derê dê bikaribin vê biryara mîsoger pêk neynin? Her roja ku biryarê bi cih neynin wê ji bo wan encamên nûtir derkevin holê. Bi taybetî wê ji bo vê biryarê Komîteya Wezîrên Konseya Yekitiya Ewropayê (YE) bikeve dewrê. Ji bo ku were berdan wê Komîteya Wezîran biryara danekirinên (ambargoya) nû bide.”   ‘DIVÊ GIRTIYÊN SIYASÎ WERIN BERDAN’   Demîr, anî ziman ku biryara DMME'yê ya bo Demîrtaş wê ji bo girtiyên siyasî jî bibe biryareke emsal û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê li Tirkiyê girtiyên siyasî yên ku ji ber xebatên xwe girtî ne werin berdan. Di serî de jî Leyla Guven. Ev biryar emsal e. Ji ber ku dadgeha Konseya Ewropayê ya herî mezin ev biryar daye. Ev mijareke girîng e. Ji 17 dadgeran 16 rabin vê biryarê bidn gelek girîng e.”