OHD: Daraz biryarê nade radigihîne 2020-12-23 11:44:17   AMED - OHD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven da û diyar kir ku daraz ketiye wê astê ku li şûna biryarê bide biryara îqtîdarê radigihîne.   Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), derbarê girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de daxuyaniyeke nivîskî da. OHD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku di doza Leyla Guven jê dihat darizandin de mafê parastinê nedan parêzerên wê û got: “Biryarên ku tên dayîn ji xeynî hiqûqbûnê, ji bo mafên bingehîn û azadiyê gefeke û vegerîne amûra cezakirinê ne. Daraz ketiye wê astê ku li şûna biryarê bide biryara îqtîdarê radigihîne.”   ‘KCD TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN’   OHD’ê da zanîn ku KCD jî bo çareserkirina pirsgirêka kurd sîwana lêgerîna çareseriya demorkatîk û aştiyane ye û got: “KCD zemîneke ku pêşniyazên çareseriyê dide nîqaşkirinê ye. Lê bi destê dewletê ev sazî tê krîmînalîzekirin. Meqamên darazê jî ji vê yekê re rewşek xetertir çê dikin. Lê li gel hemû zextan jî KCD xebatên xwe dide domandin.”   ‘EM Ê LI REX TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BIN’   OHD’ê herî dawî got di kesayeta Leyla Guven de têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna jinê ya azad hedef tê girtin û daxuyanî bi van gotinan bi dawî kir: “Em weke Hiqûqnasên Azadîxwaz, deklare dikin ku em ê her tim li rex têkoşîna jinên kurd û têkoşîna azadiya gelê kurd bin.”