Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2020-12-23 10:36:56   STENBOL - Li Stenbolê 14 kesên ku ji ber girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven protesto kirin û bi mudaxeleya polîsan hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Duh li Stenbolê Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Stenbolê, xwest têkildarî geşedanên Herema Federal a Kurdistanê û girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li qada Aksarayê ya navçeya Fatîhê daxuyanî bide. Lê polîsan nehişt, mudaxele kir û 14 kes binçav kirin. 14 welatiyên ku di nava wan de Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût jî hebûn piştî kirariyên wan ên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hatin berdan.