Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 27’an 2020-12-23 10:11:55   KOCAELÎ - Çalakiyên greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê dan destpêkirin di roja 27’emîn de didome. Hevşeradara berê ya Dersimê Edibe Şahîn û Hevseroka HDP’ê ya berê ya Gebzeyê Damla Bagci jî li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F tevlî çalakiyê bûn.   Çalakiya greva birçûbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, bi dewr girtina koma 6’emîn di roja 27’emîn de didome. Hat diyarkirin ku Hevşeradara berê ya Dersimê Edibe Şahîn û Hevseroka HDP’ê ya berê ya Gebzeyê Damla Bagci jî li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Jimara 1'an Tîpa F tên ragirtin tevlî çalakiyê bûne.   Şahîn û Bagciyê diyar kirin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe wê çalakiyên xwe bidomînin û bang li raya giştî kirin ku li dora çalakiyên greva birçîbûnê bibin xelek.