Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Di pandemiyê de herî zêde xizan dimirin 2020-12-23 09:16:27 MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji ber pandemiyê nexweşxaneyên dewletê tije bûne. Lewma welatî ji mecbûrî diçin nexweşxaneyên taybet û roj heye 6 hezar Tl didin nexweşxaneyê. Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Mehmet Antmen got: "Ê ku perê wî hebe li nexweşxaneyê radizê, mirovên xizan jî mixabin dimirin."  Yek ji bajarê ku herî zêde şewba Covîd-19'ê lê belav bûye Mêrsîn e. Li gor daneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê; li bajêr ji 1'ê Çileya 2020'î heya niha hezar û 100 kes ji ber şewbê mirine.    Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Mehmet Antmen, rewşa dawî ya bajêr nirxand.    Antmen, da zanîn ku li Mêrsînê rojê hezar û 100 an jî heza û 100 kes bi şewbê dikevin û di meha Kanûnê de rojê 32-33 kes jî ji ber şewbê dimirin. Antemn, bilêv kir ku ji ber ku şewb zêde belav bûye li nexweşxaneyê dewletê serwîsên Covîd-19'ê ji sedî sed tije bûne.    7 TENDURISTKAR MIRIN    Antmen da zanîn ku li bajêr heya niha 5 jê bijîşk û 2 jê xebatkarên tendursitiyê 7 kes ji ber şewbê mirine. Her wiha Antmen bilêv kir ku niha 4 bijîşk jî di beşa awarte de ne û bi giştî testa 20 kedkarên tenduristiyê jî pozîtîf e.    HERÎ ZÊDE XIZAN DIMIRIN    Antmen, destnîşan kir ku piştî pergala tenduristyê veguheriye pergaleke bazirganiyê, di dema pandemiyê de zirara wê bi awayekî aşkere derketiye holê. Antmen, anî ziman ku herî zêde mirovên xizan dimirin û li gorî xebatên îstatîstîkî yên ku wan kiriye li gor taxên dewlemend herî zêde kesên li taxên hejar dimirin û hejmara kesên xizan ên dimirin du qat û nîvan ji ya kesên dewlemend zêdetir e.    HEQÊ NEXWEŞXANEYÊN TAYBET ROJÊ 6 HEZAR TL YE    Antmen, anî ziman ku ji ber ku nexweşxaneyên dewletê tije bûne mirov ji mecbûrî diçin nexweşxaneyên taybet û got: "Gava diçin nexweşxaneyên taybet rojê heya 6 hezar TL'yî jî ddin. Ên pereyên wan hebin radizên. Mirovên xizan jî ji ber ku nikarin vî pereyî bidin, mixabin dimirin. Mirovên zengîn li nexweşxaneyên taybet tedawî dibin."    ‘DIVÊ TEVDÎRÊN HIŞK BÊN GIRTIN'    Antmen, bal kişand ser tevdîrên ku vê dawiyê hatine girtin jî û got: "Helbet her tevdîr kêm be jî fêdeyek wê heye. Lê tevdîrên niha bêkêr in. Divê kargehên mezin, kargehên danîstendinê, îbadetxane jî bên girtin. Divê dawet û merasîmên cenazeyan hwd. jî bên qedexekirin. Şewb ewilî li nav malbatê belav dibe, dû re li dawet û taziyeyan, dû re li navendên danûstendinê û dû re jî li kargehên qelebalix. Divê tevdîrên wisa hişk bên girtin. Tevdîrên niha wê dirêj dewam nekin. Ji dêvla vê divê tevdîrine baştir û hişktir bên girtin."    MA / Omer Akin