ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2020'AN 2020-12-23 09:00:40 * Hîndekarê Zanîngeha Drewê Yahya Madra, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê yên ku rejîma nû li ser pêyan dihêle muxalefet e û got: "Netewperest bersivê nadin eniya netewperest."  * 11 sal berê Leyla Guven jî di nav de gava gelek siyasetmedar hatibûn girtin, wêneyê wan ê destkelemçekirî û li dû hev hatibûn rêzkirin hatibû girtin û hatibû parvekirin. Serokê Baroya Amedê yê berê Mehmet Emîn Aktar, ji bo wî wêneyî anî ziman ku "helwesta fermî ya dewletê" ye. Aktar, destnîşan kir ku ji wê rojê heya niha dewlet bi heman kodan hereket dike.    * Li bazarên semtî ku krîza aborî bi awayekî beloq xwe dide der, esnaf êvarî bi zirarê vedigerin malê û welatî jî serî heta binî bazarê li berên erzan digerin.    * Li Mêrsînê ji ber pandemiyê nexweşxaneyên dewletê tije bûne. Lewma welatî ji mecbûrî diçin nexweşxaneyên taybet û roj heye 6 hezar Tl didin nexweşxaneyê. Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê Mehmet Antmen got: "Ê ku perê wî hebe li nexweşxaneyê radizê, mirovên xizan jî mixabin dimirin."    * Hevserokê HDP'a Mêrdînê bal kişandin ser nelirêtiyên ku rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiriye û diyar kirin ku çendî bi belgeyan derketiye holê jî, cardin êrîşê didin ser partiya wan. Hevserokê Bajêr got: "Rim di têran re hilnayê."    * Serokatiya Dîwana Muhasebatê di rapora xwe ya derbarê Şaredariya Sêrtê de destnîşan kir ku di muhasebeya şaredariyê de 4 milyon TL kêm dixuyê.    * Meryem Aytaş ku nêzî 4 sal in neçûye serdana kurê xwe Cahît Aytaş ê di Girtîgeha Kalkandere ya Rîze ya Tîpa L'yê de, xwest kurê wê sewqî girtîgeheke nêzî wan bê kirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin.    * Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane destnîşan kirin ku ew sê mehan ji bin tesîra lêgerîna tazî derneketine.    * Danişîna biryarê ya doza 16 kesên beşdarî bîranîna Roboskî bûne dê li Dadgeha Şirnexê were lidarxistin. (09.30)   * Danişîna doza rojnamevan Can Dundar a ku ji TIR'ên MÎT'ê tê darizandin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. (10.00)   *Danişîna doza rojnamevan Hrant Dînk dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê li gel parêzerên Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re li avahiya HDP'a Stenbolê têkildarî biryara DMME'yê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Şahiya "Gaxan" a sersala elewiyan dê li Meydana Seyît Riza ya Dersimê were lidarxistin. (12.00)   * Li Edene, Dersim û Mêrsînê têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven wê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00-13.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Amedê û rêxistinên civakî yên sivîl dê ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li zîndanan li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê dê têkildarî Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê Abbas Şahîn ê girtî daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar dê Kongreya Asayî ya 3'yemîn li Otela Ûrartû pêk bîne. (13.00)   * Pêkhateyên TJA'yê yên Mêrsînê dê bi armanca piştevaniyê ji girtiyan re kartan bişînin girtîgehan. (14.30)