Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Yavûz: Heke em ji bo greva birçîbûnê bêdeng bimînin… 2020-12-22 16:07:19   MERSÎN - Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Zahîde Yavûz, ji bo greva birçîbûnê ku didome ev tişt got: “Heke em ji bo greva birçîbûnê re bêdeng bimînin, wê ne tenê cenaze ji girtîgehan derkevin di heman demê de em ê nikaribin mafê xwe jî biparêzin.”   Rêxistina HDP’ê ya Mersînê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan didome daxuyanî da. Daxuyaniya ku hatibû plankirin li Parqa Zarokê Azad bê dayîn, ji ber astengiya polisan li ber avahiya HDP’ê hat dayîn. Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxaran re (TUHAD-FED), Meclisa HDK’ê ya Mersînê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tevlî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Nebe hevkarê vî sûcî! Deng bide girtîgehan” hat vekirin.    TECRÎD LI PÊŞIYA JIYANA BI RÛMET Û AŞTIYANE ASTENGÎ YE   Di daxuyaniyê de Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Zahîde Yavûz axivî û bi bîr xist ku 2 sal berê vê demê bi hezaran mirov, ji bo daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi laşê xwe azadiyê qêriyan û wiha got: “Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê, îro bi pêkanînên teslîmgirtin û bênasnamelkirinê dirêjî girtîgeh û mirovan bûye. Civakê kirine nav fişaran. Ev fişar ji bêdengiyê xwedî dibin. Lê bi rêxistinbûna civak û jinan dikare bê parçekirin. Divê be zanîn ku heke em bêdengiyê tercîh bikin wê tecrîd bi Îmralî û girtîgeha sînor nemîne û derbasî her derê welatê me bibe û şertên jiyana bi rûmet ji holê bên rakirin.”   Daxuyanî bi dûrişmeyên “Em ê bi bexwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana zîndana” bi dawî bû.