Qeyûmê Şaredariya Sûrê 85 milyon TL deyn veşartiye 2020-12-22 12:49:31   AMED – Mufetîşên Dîwana Muhesebatê ku li Şaredariya Sûrê ya di bin rêveberiya qeyûm de lêkolîn kirin, derxistin holê ku 85 milyon TL deyn di hesaban de hatiye veşartin.    Mufetîşên Serokatiya Dîwana Muhesebatê di encama lêkolînên şaredariyan de “Rapora Kontrola Sayiştayê ya Şaredariya Sûrê ya Sala 2019’an” weşandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku deynên şaredariyê ku wadê wê derbas bûye, hatiye taloqkirin ango hatiye taksîtkirin 85 milyon TL ye. Li gorî raporê hat gotin ku bi nirxê 13 milyon TL jî îhale bi rêbaza bazariyê hatiye kirin. Ev 85 milyon TL wek deynê kêm ê şaredariyê hatiye tespîtkirin.