Derbarê 12 bersûcên karesata keştiyê de doz hat vekirin 2020-12-22 12:07:31   WAN – Derbarê 12 bersûcên ji karesata keştiyê ya noqî Gola Wanê bûbû û 31 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn doz hat vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê karesata keştiyê ku di 27’ê hezîranê de noqî Gola Wanê bûbû û 2 jê zarok 61 penaberan jiyana xwe ji dest dabû lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîna dozgeriyê temam bû û doznameya amade kir pêşkêşî dadgeriyê kir.    Dadgeha Cezayê Giran a 7'emîn a Wanê doznameyê pejirand û derbarê 12 bersûcan de ji sûcên “Qaçaxiya penaberan a bi wesf kirine” û “bûne sebeba mirina ji kesî zêdetir a bi qestî” ji her yekê re 38 sal û 6 meh cezayê zîndanê tê xwestin. Dê di rojên pêşiya me de darizandina bersûcan dest pê bike.