Leyla Guven ku hatibû girtin birin girtîgehê 2020-12-22 11:26:24 AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku duh 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û hatibû binçavkirin, piştî ku biryar li rûyê wê hat xwendin, polisan wê bir Girtîgeha Jinan a Amedê.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji ber xebat û axaftinên xwe yên siyasî yên li ser navê KCD’ê kiribû, duh 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û di saetên şeve de hat binçavkirin. Guven, şeve li Miduriyeta Polisan a Amedê derbas kir û îro piştî ku li edliyeyê biryar li rûyê wê hat xwendin, polisan wê bir Girtîgeha Jinan a Amedê.     Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek siyasetmedar Guven bi tenê nehiştin û hatin ber Edliyeya Amedê. Dema ku polisan Guven ji edliye derxist û birin girtîgehê, xîtabî kesên ji bo wê hatibûn ber edliyeyê kir û ev tişt ji wan re got: “Qet pirsgirêk nîne, pir bixebitin, em zû vegerin.”