‘Li pey biryara dûrxistina wezîfeya min, hevşaredara ku hat îxrackirin heye’ 2020-12-22 10:02:16 AGIRÎ – Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bazîdê Hamîde Tûran a ji wezîfeyê hat dûrxistin diyar kir ku li pey biryara ku wê ji wezîfeyê dûr xistiye Hevşaredar Yildiz Acar ji aliyê HDP’ê ve hatiye îxrackirin heye û got: “Dij derketina me ya gendeliyê wek tehdît dîtin.”    Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bazîdê ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Hamîde Tûran bi biryara Wezareta Karên Navxweyî di 10’ê kanûnê de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin. Tûran têkildarî biryara dûrxistina wezîfeya xwe diyar kir ku bi îdiaya ku wê “heqaret” li Hevşaredar Yildiz Acar a ku ji aliyê HDP’ê ve hatiye îxrackirin ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.    ACAR ‘GILÎ’ KIRIYE    Tûran anî ziman ku li pişt biryara ji wezîfeyê dûrxistina wê Yildiz Acar û hin endamên meclîsa şaredariyê yên alîgir hene wiha got: “Piştî ku Yildiz Acar ji aliyê partiya me ve hat îxrackirin, kirinên meclîsa şaredariyê hemûyan wek ‘tehdît’ dît û fêm kir. Yildiz ji ber hin gendeliyan ji hatibû îxarackirin. Di serê van gendeliyan de jî guhertina pîlanên revizyona îmarê tê. Ji bo ev pîlana revizyona îmarê bikeve meriyetê, Acar û endamên meclîsê yên ‘alîgir’ bi devkî û fizikî êrişî endamên meclîsê yên HDP’yî kirin. Piştî rageşiya derket revîzyona îmarê hat îmzekirin. Yildiz Acar bi muteahîtan re li hev kir. Çimkî pişta wê xurt e. Piştî ku Acar giliyê min kir û şûn ve polîsan gazî min kir û ez çûm emniyetê min îfade da. Pişt re jî lêpirsîn derbarê min de hatibû destpêkirin. Em bi zextan re rûbirû dimînin.”