Parêzer Tûncer: Lêgerîna tazî li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin 2020-12-22 09:11:55 STENBOL - Parêzer Gulîzar Tûncer, destnîşan kir ku "lêgerîna tazî" ku ev demeke di rojevê de ye, li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin.  Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan Omer Farûk Gergerlîoglû, piştî ku lêgerîna tazî ya li Midûriyeta Polîsan a Ûşakê li 30 jinan hatibû ferzkirin xist rojeva Meclîsê, ev yek bû sedema nîqaşan. Piştî vê Serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengîn jî îdia kiribû ku tiştekî werê nehatiye kirin û bi ser de jî Gergerlîoglû tawanbar kiribû û gotibû Gergerlîoglû Meclîsê terorîze dike. Serokwekîlê Koma AKP'ê yê din Cahît Ozkan jî delîl xwestibûn û îdia kiribû ku tiştekî werê nehatiye kirin. Her wiha Waliya Ûşakê Fûnda Kocabiyik jî ragihandibû ku tiştekî werê çênebûye û dê giliyê Gergerlîoglû bike. Lê belê tişta ku AKP red dike û delîla wê dixwaze di rêziknameya girtîgehê de heye.    Parêzer Gulîzar Tûncer, diyar kir ku lêgerîna tazî di dema binçavkirinê de û li girtîgehan li her kesî tê ferzkirin. Her wiha Tûncerê destnîşan kir ku zarok û extiyarên ku dema ji bo hevdîtinê diçin girtîgehê jî bi vê kirinê re rû bi rû dimînin. Tûncer, bilêv kir ku lêgerîna tazî bi salan e li Tirkiyeyê pêk tê û xasma jî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji bo vê qanûn û giştîname hatine çêkirin.    'ŞERMA ÎQTIDARÊ'    Tûncer got: "Îqtidara AKP'ê qanûn çêkir. Lê Serokwekîla AKP'ê Ozlem Zengîn serî li derewê da û got, 'lêgerîna tazî tune ye.'  Ev şerm e. Gava ew bibêjin tune ye, îşkence ji holê ranabe. Gelek caran hat kirin. Tim tê kirin. Bêhedî ye ku mirov bibêje li girtîgehan lêgerîna tazî, tahde û îşkence tune ye."    Tûncer, anî ziman ku li Tirkiyeyê îşkence jî di nav de îspatkirina hemû muameleyên xirab li mexdûran tê barkirin û got: "Lêgerîna tazî li deverên nayên dîtin tê kirin. Kamera tên girtin an jî li deverên ku kamera tune ne tê kirin. Ên sûc dikin, delîlên sûcî winda dikin. Paşê ji mexûr dixwazin ku vê yekê îspat bikin. Hin caran ji bîr dikin ku kamerayan bigirin. Îcara gava meriv li tiştên tê kirin dinêre, heyr dimîne. Di binçavan de lêgerîna tazî li jinan ferz dikin. Li cem polîsên jin, polîsên mêr jî hene. Di kamerayên girtîgehan de tê dîtin ku karmendên zilam jî hene. Heya niha ji bo rezaletên bi vî rengî bêdeng man."    PIRSGIRÊKEKE CIVAKΠ   Tûncer, destnîşan kir ku lêgerîna tazî kirineke biçûkxistinû û binpêkirina rûmetê ye. Tûncer, bilêv kir ku ji bo ev muamele û îşeknce bi dawî bibe tenê aşkerekirina kesekî têr nake û got: "Rêxistinên mafên mirovan, saziyên hiqûqê, rêxistinên demokratîk û eniya muxalefetê hemû divê li ber vê îşkenceyê rabin û dengê xwe bilind bikin. Ên herî zêde bi vê îşkenceyê re rû bi rû dimînin dedorên muxalif in. Lewma ên herî zêde li ber rabin jî divê ew bin. Divê ne bi awayekî şexsî, bi awayekî girseyî gilî bê kirin. Gilîkirin jî têr nake, bi israr divê bê şopandin. Daxuyaniyên Gergerlîoglû, bû cihê dengekîb ilind. Dû re bi tenê hat hiştin. Hedef hat nîşandan. Divê ev neyê kirin."    Tûncer, anî ziman ku lêgerîna tazî "pirsgirêkeke civakiyî" ye û xwest rojek berî rojekê muxalif bên cem hev du û li dijî vê tevbigerin.    MA / Mehmet Aslan