254 kes mirin, 19 hezar û 103 kes jî pê ketin 2020-12-21 19:32:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 254 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 19 hezar û 103 kesên din jî pozîtîf derket.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 254 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 19 hezar û 103 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 18 hezar û 351 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 43 hezar û 704.