Nûçegihana me Dûrgût hat berdan 2020-12-21 16:19:58   WAN – Nûçegihana me Zeynep Dûrgût ku li navçeya Cizîrê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.   Nûçegîha me Zeynep Dûrgût ku di 17’ê kanûnê de piştî şopandina nûçeyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi lêkişandina çekê hatibû binçavkirin û anîbûn Wanê, piştî gotin girtina li Miduriyeta Polisan a Wanê sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî gotinên li dozgeriyê Dûrgût bi angaşta “xebatên li ser navê rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî 2’emîn Dadgeriya Cezaya Silhê ya Wanê hat kirin.   WÊNEYÊN NÛÇEYAN PIRSîN   Di gotin dayîna dadgeriyê de, wêneyên nûçeyên ku çêkiriye ji Dûrgût hatin pirsîn. Dûrgût, destnÎşan kir ku wêneyên kişandiye yên çalakiya Tevgera Jinên Azad  (TJA) in û bi armanca nûçeyan kişandiye û ev rewş ne mijara sûc e. Dîsa ji Dûrgût ragihandinên wê yên hin televîzyonan jî hatin pirsîn.   Parêzera Dûrgût, Ekîn Yeter, diyar kir muwekîla wê bi awayekî bêhiqûqî hatiye binçavkirin û daxwaza berdana wê kir.   ŞERTÊ ÎMZEYÊ YA 3 ROJAN   Dadgehê, diyar kir ku rewşa rev û reşkirina delîlan a Dûrgût tuneye û biryar da ku Dûrgût bi şertê kontrola edlî bê berdan.   Wê di çarçoveya  tevdîra kontrola edlî de heftê 3 rojan îmze bide.