Qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn 2020-12-21 14:39:41 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Edene û Semsûrê qurbaniyên komkujiyên Mereş û 19’ê Kanûnê hatin bibîranîn.    Rêxistinên HDP’ê yên Edene û Semsûrê qurbaniyên komkujiyên Mereş û 19’ê Kanûnê ku navê (Vegera li Jiyanê) lê hatibû kirin, bi bîr anîn. Gelek kes tevlî bîranîna li Edeneyê bûn. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş, di bîranînê de axivî û diyar kir ku dîroka nêz a Tirkiyeyê dîroka înkar û îmhayê ye.   Karakiş, da zanîn ku bi kevneşopiya dewletê ya rastiya xwe qebûl nakin re rû bi rû ne û wiha got: “Tiştên li Mereşê bûn di hêla hiqûqî de ecêb bûn. Di bin kontrola dewletê de bi dehan mirov hatin qetilkirin û seqet hatin hiştin. Weke dûh îro jî li girtîgehan tecrîd û îzolasyon heye. Divê şertên girtîgehan bêne mirovîkirin.”    EDENE   Bi heman armancî li Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê jî bernameyeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de ji bo qurbaniyan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê HDP’a Semsûrê Mehmet Alî Alataş, di bernameyê de axivî û diyar kir ku Komkujiya Mereşê ji bîr nekirine û wê ji bîr jî nekin û hesab ji berpirsyaran bipirsin.”   DERSIM Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê jî bi heman armancî li Kolana Hunerê ya bajar daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku gelek kes tevlî bûn de pankarta “Em ê ji bîr nekin, bi komujiyan re hevrû bibin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a Dersimê Ekber Kaya axivî û diyar kir ku Komkujiya Mereşê bi plankirî pêk hatiye û û heman polîtîkay îro jî didomin.