Hashtaga 'Birêz Ocalan' bû TT 2020-12-21 14:14:03   STENBOL - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi hashtaga “#BirêzOcalan (#SayınÖcalan)" di rojeva Twîtterê de derket rêza yekemîn û bû TT.   Çalakiya ku girtiyan a ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin di roja 25’emîn de didome. Li gelek platformên dîjîtal ji bo Ocalan kampanya hatin destpêkirin.   Bi deh hezaran bikarhenerên Twîtterê ji duh şev ve bi xebata hashtaga “#BirêzOcalan (#SayınÖcalan)” xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û bigihîje azadiya xwe. Bikarhenerên Twîtterê destnîşan kirin ku Ocalan vîna bi milyonan e.