Rapora derbarê qeyûm de: Karê dijî mewzûatê, dijî mebestê bikaranîna dahatê 2020-12-20 09:18:02   WAN - Serokatiya Dîwana Muhasebatê di rapora xwe ya derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin de, destnîşan kiriye ku awayê kirêkirina wesayîtan dijî mewzûatê hatiye kirin û dahata ji bo çêkirina otoparkê hatiye jî li gor mebestê nehatiye bikaranîn.    Serokatiya Dîwana Muhasebatê, raporên xwe yên sala 2019'an ên derbarê şaredariyan de aşakere kir. Di raporên derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di 19'ê tebaxa 2019'an de qeyûm tayinî wê hat kirin de, destnîşan kiriye ku "lêçûnên sermayeyê" yên şaredariyê pir dûrî texmînên budçeyê ne.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku hin mal û milkên li ser navê şaredariyê qîmeta wan nehatiye tespîtkirin û li hesabgêriyê nehatine tomarkirin.    KIRÊKIRINA WESAYÎT Û AMÛRAN: DIJÎ MEWZÛATÊ YE    Di raporê de ji bo karê kirêkirina wesayît û amûran jî hatiye gotin ku "sotemenî jî di nav de" tiştek neketiye ber îhaleyê û tişta hatiye kirin dijî mewzûatê ye. Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku dahata ji bo çêkirina otoparkê jî dijî armanc û mebestê hatiye bikaranîn û wiha hatiye gotin: "Li gor rêziknameya otoparkê dahata hatiye ebrhevkirin diviyabû ji bo çêkirina otoparkê bihata bikaranîn, lê belê ji bo kirîna mal û xizmetê hatiye bikaranîn."    Di raporê de ji bo heqê karkar û karmendan jî hatiye destnîşankirin ku destûra biheq a salane ya karkeran di wexte de û bi awayekî rêkûpêk nehatiyekirin.    MA / Gokhan Altay