Sînan Çîftyurek: Heger kurd li dor stratejiyeke hevpar tevnegerin dê perçeperçe bibin 2020-12-20 09:14:31   AMED – Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku hêzên kurd li dijî êrîşan divê bi stratejiyeke hevpar tevbigerin, yan na dê bibin "kelexeke zindî".    Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, qewimînên li Şengal, Rojava û Kurdistana Federe diwewimin û serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El-Kazimî ya Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.    ‘SERDANA KAZIMÎ SERDANA DAGIRKERIYÊ BÛ'    Çîftyurek, anî ziman ku paşperdeya serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El-Kazimî ya Tirkiyeyê, tunekirina statuya Şengal, Herêma Kurdistana Federe û Rojavayê bûye. Çîftyurek, bilêv kir ku li Şengalê 13 sal bûn alaya Kurdistanê daliqandîbû, lê belê piştî 'Peymana Şengalê" hatiye rakirin û li şûna wê alaya Iraqê hatiye daliqandin û eskerên iraqî li herêmê hatine bicihkirin. Çîftyurek, destnîşan kir ku ev yek polîtîkayeke dagirkirinê ye û got: "Armanca serdanê tenê ne Şengal bû. Ji Başûrê Kurdistanê bigire heya Rojavayê, nîqaşkirina hemû qadan bû. Di wir de tiştekî ecêb hebû. Piştî ku Kazimî hat Enqereyê, gelek entelektuel, sazî û dû re jî Sefirxaneya Hewlêrê ya Hikûmeta Îngilîz daxuyanî da. Bi vê daxuyaniyê xwestin PKK ji herêma Kurdistanê derkeve û di daxuyaniyê xwe de gotin 'PKK rêxistina terorê ye'. Ev qewimînine ecêb bûn. Dixwazin di nava kurdan de nakokiyan çêbikin û kurdan bera hev bidin."    ‘HEGER KURD BI HEVKARIYÎ TEV NEGERIN...'    Çîftyurek, destnîşan kir ku hêzên kurda divê stratejiyekê çêbikin û tiştên wekî pirsgirêkê dixuyên hel bikin. Çîftyurek, anî ziman ku heger kurd li dor stratejiyeke û bi awayekî hevakirî tevnegerin dê bibin "kelexeke zindî" ya dewletên dagirker û wê dagirker wan perçe bikin. Çîftyurek got: "Saziyên kurd diviyabû meseleya Şengalê di nav xwe de hel bikirana. Ji lewra çavê gelek dewletên dagirker li Şengalê ye. Xwesteka Iraq, Tirkiye, Sûriye û dewletên din ên dagirker tunekirina statuya Başûrê Kurdistanê û Rojavayê ye. Armanca wan ev e. Lewma di vir de siyaseta kurd û helwesta partiyan pir girîng e. Di vî warî de diviyabû kurd xwedî stratejiyekê bin. Jixwe stratejiya dewletên dagirker diyar e. Dagirkeran ewilî Ezez, El Bab, dû re Efrîn û dû re jî bi pêşengiya Amerîkayê Girê Spî û Serêkaniyê bi dest xistin. Ev, dê bi vî awayî dewam bikin. Heger kurd pêşî li ber vê negirin, di dest wan de dê çolê erebî bimînin. Heger kurd bi hev r eşer bikin, dê kes bi ser nekeve. Tişta ku dagirker dixwazin astengkirina hatina cem hev a kurda ye. Lewma Iraq îro diçe nav axa Şengalê. Sedema vê jî, astengkirina hatina cem hev du ya Başûrê Kurdistanê û Rojavayê ye."    ‘STATU, DÊ PÊŞÎ LI BER KURDAN VEKE'    Çîftyurek, destnîşan kir ku ji ber ku kurd ne yek in gelek destkeftiyên wan ji dest çûne û êrîş jî zêde bûne. Çîftyurek, bilêv kir ku heger partî û saziyên kurdan wekî destkeftiyên xwe li destkeftiyên Rojava û Başûr bbinêrin dê pêşî li ber êrîşan bê girtin û got: "Hem li Başûr hem jî li Rojava gelek bajar ji dest çûn. Niha stratejî û êrîş bi hev re pêk tên. Kurd, divê pêşî li ber vê bigirin. Heger kurd yekîtiya xwe çênekin û li gor stratejiyekê tevnegerin dê nikaribin bi vî awayî bidomînin. Heger kurd xwedî li destkeftiyên Rojava derkevin û statuya Rojavayê çêbibe, dê ev yek pêşiya hemû kurdan veke. Lewma divê em piştgiriya yekîtiya Rojavayê bikin. Heger li Rojavayê yekîtî çêbibe, dê li Başûr jî di navbera kurdan de rageşî çênebin."    MA / Ergîn Çaglar