Li Edeneyê welatiyek hat girtin 2020-12-19 16:43:28   EDENE - Li Edenê, ji 5 welatiyên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin yek jê hat girtin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komara Edenê birêvedibir de, duh di serdegirtina malan de 5 welatî hatibûn binçavkirin.   Piştî kirarên Fermandariya Cendermeyan a Edenê, 5 welatî sewqî edliyê hatin kirin. Piştî ifadeyên dozgeriyê 3 welatî serbest hatin berdan û dozger 2 welatî jî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulh a Edenêyê kir.   Dadgehê piştî îfadeya 2 welatiyan girt, yek bi şertê kontrola edlî berda û yê din jî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girt.