Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin 2020-12-19 15:11:40   AYDIN - Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Aydinê, ji bo balê bikişînine ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girîgehan berdewam dike, li navçeya Efelerê bi park û dikanan ve pankart daliqandin.   Girtiyan li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan di 27’ê Mijdarê de, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.   Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Aydinê, ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike, li taxên Yenîkoy û Ovaeymîr ên navçeya Efelerê, bi park û dikanan ve pankartên “Deng bide çalakiya grevê”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Hûn nikarin aştiyê tecrîd bikin” daliqandin.