Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin 2020-12-19 13:59:53 ÊLIH - Polîsan bi ser mala xebatkara Navenda Çanda Biharê ya Êlihê Zilan Kaya de girt û binçav kirin.   Li Êlihê, polîsan duh bi şev bi ser mala xebatkara Navenda Çanda Biharê ya Êlihê  Zilan Kaya de girtin. Polîsan piştî lêgerîna di malê de, bi hinceta ku Kaya di 17’ê kanûnê de, kevir avêtiye koma ku hatiye li pêş avahiya HDP’ê ya Şirnexê, binçav kirin.    Hat diyar kirin ku Kaya ewil birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê û ji wir birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê.