Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye 2020-12-19 11:17:37   AMED - Naciye Ernez a ku 14 sal in nexweşe, ji bo emeliyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye.   Naciye Ernez a 39 salî ku di zikê wê de asîta şîloz kom dibe û dilê wê dixele, di nava 14 salan de serî li gelek nexweşxaneyan da, lê ne nexweşiya wê hat teşhîskirin ne jî tedawiya wê hat kirin. Ernez a ku ji Fakûlteya Tipê ya Çapaya Stenbolê agahiya emeliyatbûnê girt û hîn bû ku wê ji sedî 70-80’ê baş bibe ji ber rewşa aboriya wan nebaşe nikare emeliyat bibe. Ernez, ji bo 30 hezar TL heqê emeliyatê li benda alîkariyê ye.   ‘ÊDÎ DIXWAZIM BAŞ BIBIM’   Ernez, diyar kir ku di pêvajoya nexweşiyê de tedawiya derûniyê wergirt û wiha axivî: “Ez, êdî dixwazim baş bibim û jiyana xwe ya asayî berdewam bikim. Dixwazim ji vê katetera di zikê xwe de xelas bibim. Lê pêwistiya me bi piştevaniya aboriyê heye.”   ‘HESTIYARIYA KESÊN DENGÊ MIN BIBIHÎSIN GIRÎNG E’   Ernez, da zanîn ku ji Stenbolê ji bo tedawîbûnê agahiyek ji wan re hatiye û wiha got: “Bijîşk got ku piştî emeliyatê ji sedî 70-80’ê tu yê baş bibî. Ev agahiyeke baş e û dixwazim keyfxweş bibim, lê fikarên min hene. Rewşa malbata min a aboriyê nebaş e. Hestiyariya kesên ku dengê min dibihîsin gelek girîng e.”   ‘DIXWAZIM KEÇA MIN BAŞ BE’   Bav Zulkîf Ernez jî, dest nîşan kir ku 14 sal in deriyek nema ku lênexistine û wiha bilêv kir: “Keça min ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare raze. Derûniya wê xera bûye. Di malê de em hemû di heman rewşê de ne. Tu aramiya me nemaye. Dixwazim keça min baş bibe, da ku vegere jiyana xwe ya asayî. Ji ber vê ez dixwazim herkes hestiyar bin û piştevaniya me bikin.”