Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye 2020-12-19 09:14:10   MÊRDÎN - Mehmet Bûlût, di lêpirsîna nelirêtiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, destnîşan kir ku qeyûmê berê Mûstafa Yaman îhaleyeke bi 15 milyonî bi 45 milyon TL'yî daye fîrmayeke Xarpêtê.    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di pirtûkçeya ku hatibû amadekirin de pesnê qeyûman dabû û gotibû "çavkaniyên şaredariyê ne ji bi çiyê, ji bo gel tên xerckirin." Lê belê derket holê ku qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê waliyê Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman di îhaleyekê tenê de 30 milyon TL çirpandiye. Midûrê Şîrketa Kentê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mehmet Bûlût ku berê ji ber "nelirêtiyê" û "bertîlê" hatibû girtin û bi 1.7 milyon TL'yî hatibû berdan, di îfadeya xwe de tiştên ecêb gotin.    Bûlût, di îfadeya xwe de bal kişandiye ser îhaleyên ku qeyûm dane şîrketa bi navê Egecam a Adnan Yukselê ji Xarpêtê. Midûrê Dîcle Elektrîkê yê Mêrdînê yê berê Bûlût, di îfadeya xwe de diyar kiriye ku qeyûm ewilî îhaleya asfaltê ya bi 295 hezar TL'yî daye Adnan Yuksel. Bûlût, diyar kir ku tu lezgîniya vê îhaleyê tune bûye, lê belê bi telîmata Yaman hatiye kirin û dane Yuksel.    BI DERBEKÊ 30 MILYON TL ÇIRPANDIYE   Bûlût, di berdewamiya îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku şîrketa Adnan Yuksel bi talîmata qeyûm tenê di karekî 15 milyon TL'yî de 30 milyon TL qezenc kiriye. Bûlût, bilêv kiriye ku qeyûm îhaleya Projeya Ava Vexwarinê û Sazkirina Binerdê ya Qoserê ku maliyeta wê 15 milyon TL bûye, bi 45 milyon TL'yî daye şîrketa Yuksel.    BERTÎL    Her wiha Bûlût bertîla ku ji bo îhaleya Baxçeyê Gel ê Kamorê hatiye stendin jî piştrast dike. Bûlût, di îfadeya xwe de aniye ziman ku dê qeyûm îhale bidana şîrketa Egecam a Adnan Yuksel, lê belê kardêrê mêrdînî Şerîf Acar ji bo îhaleyê wergire 500 hezar TL bertîl daye Yuksel û Yuksel dev ji îhaleyê berdaye.    Her wiha Bûlût derbarê pereyên winda yên kaseya şîrketa Kentê de jî ev tişt gotine: "Gava Walî Mûstafa Yaman çû hecê, diviyabû meaşê karmendên şaredariyê bihata dayîn. Bi qasî tê bîra min min li dor 800 hezar TL'yî pere ji qaseya DEDAŞ'ê derxist û min xist hesabê Şîrketa Kentê. Min bi vî pereyî meaşê karmendan da. Paşê min ev pere ji qasey Şîrketa Kentê kişand û xist qaseya DEDAŞ'ê. Dibe ku sedema nelihevderketina hesaban ev be."    MA / Ahmet Kanbal