Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin 2020-12-19 09:12:21   STENBOL – Siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal, anî ziman ku heger Tirkiye di warê statuya kurdan de gavekê navêje, dê di warê "yekpareriya xwe de bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne".  Siyasetmedar û parêzvanê mafên mirovan Ahmet farûk Unsal qewimînin di rojevê de nirxandin û destnîşan kir ku kurd jiyaneke bêstatu qebûl nakin û Tirkiyeyê di bêçareseriyê de îsrar dike jî ber bi karesatekê ve diçe.    PIRSGIRÊKA KURD    Unsal, bibîr xist ku zext û zoriyên li ser siyaseta kurd ne nû ne. Unsal got: "Aboriya Tirkiyeyê di dema zava Berat de bi karesateke mezin re rû bi rû hat hiştin. Tirkiye di warê aborî de bi bûhrana herî mezin re rû bi rû ye. Ev rewş ancax bi reformek siyasî dikar bisekine. Ji lewra heya ku reforma siyasî neyê kirin, dê veberhênan neyê Tirkiye. Nayên jî. Gava behsa reformê tê kirin jî pêşî divê derbarê pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd de hin tişt bên kirin. Ji lewra pirsgirêka kurd Trkiyeyê qufil kiriye û rasterast bandorê li aboriya wê dike."    DUBENDIYA AKP'Ê    Unsal, bilêv kir ku reforma ku hikûmet bilêv kiriye, ewilî meseleya kurd aniye bîra her kesî û got: "Gava ev tê bîra mirov jî, ewilî ji hêla Partiya Vatan û MHP'ê ve bertek û îtirazên mezin hatin. Heger hikûmet vê îtirazê esas bigire, wê rewşa welêt di warê aborî de hîn bêtir xirab bibe. Heger AKP vê îtirazê esas negire, dibe ku bi reforman Tirkiyeyê hebikekî bi ser hev de, lê belê wê îqtidara wê ji dest biçe. Ji lewra dê koalîsyona wan bi reformê belav bibe. Hikûmet di nava dubendiyeke wiha de ye."   DIJMINATIYA BI KURDAN Û MUEYÎDEYÊN CAATSAYÊ    Unsal ji bo mueyîdeyên CAATSA'yê jî ku DYA'yê li hemberî Tirkiyeyê pêk anîn, got: "Gava S-400 standin, dê di warê operasyona Sûriyeyê de Rûsyayê bi awayekî bêdeng bikirana. Yanî S-400 bi rizaya Rûsyayê hatin kirîn, ji bo operasyona Sûriyeyê. Yanî mueyîdeyên CAATSA'yê yên Tirkiye bi wan re rû bi rû man jî, sedema wê tirsa wê ya derbarê kurda de ye. Heger hikûmetê bi çavê dijmina li kurdan mêze nekira û heger di çarçoveyeke demokratîk û hiqûqî de mafên wan bidana; dê ne meseleya S-400'an hebûna ne jî dê mueyîdeyên CAATSA'yê çêbûbûna. Aşkere ye ku dê mueyîdeyên CAATSA'yê di pêş de Tirkiyeyê be rbi karesatekê ve bibe. Yanî bi kurt û kurmancî meseleya kurd nahêle Tirkiyeyê reforman bike. Li derve ji ber tirsa kurda ji bo rizaya hin welatan bigire, ber bi hin têkiliyên ve diçe û di nav mutefîkên xwe de di warê aborî de tê asêkirin. Trkiye gav bi gav ber bi karesateke bi vî rengî diçe."    TECRÎD   Unsal bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî. Unsal destnîşan kir ku tecrîd hem di warê hiqûqa navxweyş hem jî di warê normên hiqûqî yên navneteweyî de pêkanîneke dijî hiqûqê ye. Unsal got: "Mixabin Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bi destê xwe hiqûqê eciqandiye. Ev nayê qebûlkirin. Pirsgirêka kurd, di warê aborî, têkiliyên navneteweyî û civakiyî de bandoreke neyînî li Tirkiyeyê dike. Derfetên çareserkirina vê yekê hem li meclîsê hem jî li derveyî meclîsê hene. Gava em li pêvajoya 2013'an, li hevdîtinên bi Îmraliyê re hatin kirin dinêrin, em dibînin ku çareserkirina vê pirsgirêkê pêkan e. Lê belê Erdogan bûye rehîneyê MHP û Partiya Vatanê."    ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ    Unsal ji bo çalakiyên greva birîbûnê ku ji tecrîda bi dawî bibe hatine destpêkirin jî destnîşan kir ku Tirkiye bi destê xwe hiqûqa xwe eciqandiye û lewma ev çalakî tên kirin. Unsal got: "Daxwazên girtiyan çi yekser çi ne yekser daxwaza tevahiya civaka Tirkiyeyê ne. Ji lewra çareserkirina pirsgirêka kurd, tenê nayê wateya çareserkirina pirsgirêkên kurdan. Tê wateya çareserkirina pirsgirêka 84 milyon kesî. Têê wateya ku têkilyên Tirkiyeyê yên qada navdewletî baş bibin û li Rojhilata Navîn bibe xwedî perstîjek mezin. Tê wateya ku têkiliya Tirkiye û YE'yê pir baş bibe. Yanî her kes rasterast bandorê ji vê meseleyê digire. Hêvîdar im berî ku tiştekî nebaş biqewime, hikûmeta Tirkiyeyê bi çareseriyeke maqûl pêşî li ber vê pêvajoyê bigire."    TIŞTA KU DVIÊ TIRKIYE BIKE...   Unsal destnîşan kir ku kurd êdî bi tu awayî bêstatuyê qebûl nakin û heger Tirkiye li hemberî vê bêstatubûnê bi awayekî rast nesekine dê yekparebûna wê ber bi xetereyeke mezin ve biçe û got: "Tişta ku divê Tirkiye bike li gor standardaên demokratîk û naneteweyî pirsgirêka kurd çareser bike. Heger pirsgirêkên çareser bike dê hem yekpareyiya xwe pêk bîne hem jî dê ew û welatiyên xwe li hev bên û bi vî awayî dibe bibe xwedî prestîjek mezin. Kurdan gelek caran nîşan da ye ku êdî bêstatubûnê qebûl nakin û wê ji niha û pê ve jî nîşan bidein. Tirkiye jî êdî divê hay ji vê yekê hebe û lig or wê gavina bavêje."   MA/ Nacî Kaya