Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir 2020-12-18 15:57:53   AMED – Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ji bo Mehmet Siddik Meşe yê îşkence lê hatibû kirin banga lezgîn a çalakiyê kir.   Baroya Amedê ragihandibû ku Mehmet Siddik Meşe yê li Girtîgeha Amedê Tîpa T tê ragirtin di 1’ê kanûnê de bi îşkenceya jop û daran re rûbirû maye. Li ser vê yekê Baroya Amedê bang kiribû ku dawî li îşkenceyê were anîn û xwestibû her kes li ber îşkenceyê rabe.   Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê jî ji bo Meşe serî li Rêxistina Efûya Navnetewî dabû. OHD’ê banga lezgîn a Rêxistina Efûyê belav kir. Rêxistina Efûyê di rapora xwe de destnîşan dike ku îşkence li Meşe hatiye kirin. Rêxistina Efûyê her wiha bang li rayedarên Tirkiyê dike ku dawî li îşkenceyê bînin û bang dike ku berpirsên îşkenceyê werin darizandin.