Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin 2020-12-18 15:44:04   ŞIRNEX - TJA'yê Dayika Taybet Înan a ku dema qedexeya derketina derve ya Silopyayê hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû rawestandin û tiyê wê Yûsûf Înan, di salvegera kuştina wan de bi bîr anî.    Bi ser qetilkirina Taybet Înan (Dayika Taybet) a ku di 19'ê Kanûna 2015'an de dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopî ya Şirnexê ji aliyê sekvanan ve hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hatibû rawestandin û tiyê wê Yûsûf Înan re 5 sal derbas bûn.    Tevgera Jinên Azad (TJA), di salvegera qetilkirina Dayika Taybet de, ew bi bîr anî.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, aktivîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê, li Taxa Nurê kom bûn û ber bi cihê ku Dayika Taybet lê hatibû qetilkirin ve meşiyan û qerenfîl danîn.   'JI NASNAMEYA WÊ TIRSIYAN'    Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka KCD'ê Leyla Gûven axivî û diyar kir ku kolana ku Dayika Taybet lê hatiye qetilkirin hîn zindiye. Gûven, anî ziman ku gelê kurd hîn vê êşê dijî û wiha got: "Dema em dibêjin Silopî Dayika Taybet, Pakîze, Fatma, Sêvê û gelek hevalên ku jiyana xwe ji dest dane tên bîra mirov. Li Silopiyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane em bibîrtînin. Dayika Taybet xwedî nasnameyek berxweder bû. Kesên ku ji vê nasnameya wê ditirsiyan ew li vê derê qetil kirin. Kesên ku Dayika Taybet qetil kirin xwestin vê peyamê bidin; li mala xwe rûnin. Me heman pratîk di bûyera Ekîn Wan de jî dît. Cinazeyê Dayika Taybet 7 roj û 7 şev li erdê hiştin. Em soz didin Dayika Taybet û şehîdan, em ê di rêya we de dimeşin."    'EMÊ JI BÎR NEKIN'   Gûven, destnîşan kir ku ew ê hesabê ji kesên Dayika Taybet qetilkirin bipirsin û wiha wiha bi dawî kir: "Li her deverê li dijî kurdan komkujî tên kirin. Bi van komkujiyan dixwazin kurdan tune bikin. Li ser erdnîgariya me komkujî pêk tên û ev ne bi tenê li dijî kurdan her wiha li dijî hemû gelan pêk tê.  Em ê tu carî vê bûyerê jibîr nekin û em ê nedin jibîr kirin. Heta ku em hebin em ê bibin şopdarê vê bûyerê.  Em ê li berxwe bidin. Em carek din sersaxiyê ji malbata Dayika Taybet û hemû gelê kurd re dixwazim."   'EDALET LI ERDÊ MA YE'   Parlamentera HDP'ê Nuran Îmîr jî axivî û wiha got: "Edalet 7 roj û 7 şevan li erdê ma. Ev 5 salin edalet li kolanên Silopiyê erdêye. Em ê weke HD'ê li dijî polîtîkayên ku li ser jinam tên meşandin, berxwedana xwe bidomînin.Çi dibe bila bibe, em ê vê hovîtiyê jibîr nekin. Em li dijî faşîzmê û qetilkirinê, dixwazin bijîn."   Heyetê piştî axaftinan, qerenfîl danî cihê ku Dayika Taybet lê hatibû qetilkirin û dûre çû serdana malbatê.