Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir 2020-12-18 15:23:14 STENBOL - CFWIJ, bang kir ku nûçegihana me Zeynep Dûrgût a li Cizîrî hat binçavkirin were berdan û diyar kirin ku hewldanên çavtirsandinê yên li dijî rojnamegeran di nav fikaran de dişopînin.   Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran (CFWIJ), derbarê nûçegihanên me Zeynep Dûrgût û Azad Kaya û nûçegihanên Jinnewsê Rojda Aydin û Derya Ren ên duh êvarî piştî şopandina nûçeyê dema ji Şirnexê ber bi Cizîrê ve dihatin, di têketina navçeyê de ji aliyên polîsan ve hatin binçavkirin de, daxuyanî da çapemeniyê.   Di daxuyaniya ku banga serbestberdana rojnameger Zeynep Dûrgût hat kirin de, ev tişt hat gotin: “Piştî ku polîsan nasnameyên rojnameger Azad Kaya, Rojda Aydin û Derya Ren di GBT’yê re derbas kirin, demek şûnde serbest berdan, lê Zeynep Dûrgût birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê. Piştî ku polîsan nasnameya Dûrgût di GBT’ê re derbas kir, hîn bûn ku derbarê wê de biryara girtinê heye. Tu agahiyên zelal ji lêpirsîna  Serdozgeriya Komarê ya Wanê ku derbarê Zeynep Dûrgût de daye destpêkirin nehatin girtin. Parêzera Dûrgût, Aycan Îrmez ji koalîsyonê re got ku wê ji bo îfade girtinê îro ji Şirnexê bibin Wanê. Me tenê di êrîşên îsal pêk hatine de ji çar aliyê cîhanê belgekirin ku 100 rojnamegerên jin hatine binçavkirin. Em weke Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran van hewldanên ku bi armanca bêdengkirina rojnamegeran tên kirin, şermezar dikin. Em dixwazin ku Dûrgût demildest serbest were berdan.   BI BÎRXISTINA OPERASYONA MA’YÊ   CFWIJ’ê, di berdewama daxuyaniyê de operasyona binçavkirinê ya li dijî ajansa me MA’yê bibîrxist û wiha got: “Li gorî MA’yê tê dîtin ku Zeynep Dûrgût di çarçoveya nûçeya Osman Şîban û Servet Tûrgût ên ji helîkopterê hatibûn avêtin de hatiye binçavkirin. Di 24’ê kanûnê de jî cara duyemîn ser buroya MA’yê ya Wanê de girtin û nûçegihan Dîndar Karataş binçavkiribûn û dûre girtibûn. Nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala ji ber ku belgeyên ji helîkopterê avêtina Osman Şîban û Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da derxistin holê, di 6’ê cotmehê de hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn girtin.”   JI RAYEDARAN RE BANG   CFWIJ’ê, destnîşan kir ku ew hewldanên çavtirsandinê yên li dijî rojnamegeran di nav fikaran de dişopînin û got: “Di nava meheke dawî de herî zêde çar bûyerên êrîşan pêk hatin. Rojnamegerî ne sûc e. Em dixwazin rayedarên Tirkiyeyê demildest Zeynep Dûrgût serbest berdin.”