Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn 2020-12-18 15:01:54 ENQERE – Li Lîjneya Giştî ya Meclisê, di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’İ mafê axaftinê girtin. Parlamenterên jin ên HDP’î 435 deqeyan li kursiyê meclisê axaftin kirin, AKP jî bi 175 deqeyan bû duyemîn.    Li Lîjneya Giştî ya Meclisê, di hevdîtinên budçeyê de hejmara parlamenerên jin ên ku herî zêde mafê axaftinên girtin û axivîn parlamenterên jin ên HDP’î bûn. Di tevahiya hevdîtinan parlamenterên zilam bi giştî 3 hezar û 748 deqe axivîn. Parlamenterên jin jî 872 deqe axivîn.   Ji 56 parlamenterên HDP’ê 23 jê jin in û di hevdîtinên budçeyê de bi qasî 435 deqeyan axivîn. Piştî HDP’ê parlamenterên jin ên ku herî zêde axivîn parlamenterên jin ê AKP’ê bûn. Ji 289 parlamenterên AKP’ê 54 jê jin in û bi qasî 175 deqeyan axivîn. CHP jî AKP’ê şopand. Ji 138 parlamenterên CHP’ê 18 jê jin in. Ew jî bi qasî 147 deqe axivîn.   MHP’a ku ji 48 parlamenterên wê 4 jê jin in, parlamenterên wê yên jin tenê bi qasî 85 deqeyan axivîn. ÎYÎ Partî ku ji 36 parlamenterên wê 2 jê jin in, parlamenterên jin bi qasî 55 deqeyan axivîn.    MA/ Dîren Yûrtsever