Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel 2020-12-18 11:36:56   STENBOL - Li 5 bajarên navenda wê Stenbolê, li dijî Eniya Gel (Halk Cephesi) operasyon hat lidarxistin û di operasyonê de, endamên Grup Yorûm jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.   Li 5 bajarên, navenda wê Stenbolê, li dijî Eniya Gel (Halk Cephesî), operasyona binçavkirinê hat lidarxistin. Di operasyonê de, endamên Grûp Yorûm jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku derbarê 27 kesan de biryara binçvkirinê hebû û ji van 27 kesan 16 kes hatin binçavkirin.    Bi navenda Stenbolê li 5 bajaran li dijî Halk  Cephesi operasyon hate kirin, endamên Grup Yorum jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. Hate gotin li ser 27 kesan biryara destgîrkirinê hatiye standin, ji van 16 jê hatine destgîrkirin.   Bûroya Hiqûqê ya Gel (HHB), li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku endamên polîsên hêzên taybet di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û endamên Grup Yorum Bahar Kurt, Sunay Yildiz, Sevda Kurban, Haydar Dogan, Ulaş Incî, Ozlem Karataş û Nûrî Cîhanyandi binçav kirin.    Hat dest nîşan kirin ku polîsan kesên binçav kirin, birin Miduriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê û testa vîrûsa koronayê ya hin kesên dibin çavan de, pozîtîfe û berî bên binçavkirin li malên xwe di karantînayê de bûn.