Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt? 2020-12-18 10:43:37 RIHA - Emîne Şenyaşar a li ber AKP’ê bi daxwaza edaletê çalakiya rûniştinê li dar xistin û hat binçavkirin got: “Kê zarokên min kuşt? Yên ku malbata min qetil kir kesek bû gelo? Zilmê li me dikin.”   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an xizm û alîgirên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî kargeha malbata Şenbayaşar kiribûn. Di êrişê Hecî Esvet Şenyaşar û lawên wî Celal û Adil Şenyaşar hatibûn kuştin.   Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawên xwe winda kir bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ku ji êrişê bi birîndarî rizgar bûbû, du roj berê bi daxwaza edaletê li ber avahiya AKP’ê ya Rihayê xwestin çalakiya rûniştinê li adr bixin. Polîsan Emîne Şenyaşar û lawê wê binçav kirin. Duh li Edliya Rihayê bi şertê kontrola edlî an go di mehê de du caran îmze bidin hatin berdan.   ‘KÎ MALBATA MIN QETIL KIR’   Emîne Şenyaşar a hat berdan destnîşan kir ku ew û lawê xwe Ferît bi armanca ku kurê wê Fadil Şenyaşar ê niha girtî tê darizandin were berdan û edalet ji bo wî pêk were çalakiya rûniştinê li dar xistine û wiha got: “Ji kurê min re 150 sal ceza tê xwestin. Yek ji miqabil girtî ye û tê xwestin were berdan. Me li ber AKP’ê bang û daxwaza bêedaletiyê kir. Lê me birin xistin nezarexaneyê. Em dixwazin edalet pêk were. Zarokên min û hevjînê min li dikanê û nexweşxaneyê kuştin. Em ji bo edaletê vê bûyerê çûn ber AKP’ê rûniştin. Min xwest dîmenên li nexweşxaneyê derxin. Çima dîmenên li nexweşxaneyê vedişêrin? Qatilên malbata min li Pirsûsê pir bi rehetî digerin. Me edalet xwest lê wan zext li me kir. Ev edalet e? Êdî bes e bila lawê min berdin. Kê zarokên min û hevjînê min kuşt? Yên ku malbata min qetilkirin kesek bû gelo? Zilmê li me dikin. Mifte li deriyê mala min xistin. Bila her tiştî derxin holê. Kurê min sê sal in di hepsê de ye. Ev edaletek çawa ye? Dema zarokên min hatin kuştin li çepikan xistin. Êdî bes e bila lawê min berdin. Heke bernedin em jî kuştî ne.”   ‘DIXWAZIN QETLIYAMA DUYEM PÊK BÎNIN’   Ferît Şenyaşar ê hatibû binçavkirin û hat berdanê jî diyar kir ku du sal û nîv e ji bo edaletê ew têdikoşin û di encama êrişa xizm û alîgirên AKP’yî Yildiz de bav û du biryaên wî hatine qetilkirin. Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku niha jî bi destê darazê dixwazin qetliyama duyem pêk were û daraz jî bi fermana siyasî dixebite. Ferît Şenyaşar anî ziman ku wan li ber AKP’ê daxwaza edaletê kiriye û bi binçavkirinê bersiv dane vê daxwaza wan rewa û demokratîk. Şenyaşar destnîşan kir ku binçavkirina wan li gorî kêyfiyeta polîsan pêk hatiye û tu bingeha binçavkirina wan hiqûqî û yasayî nîne. Ferît Şenyaşar anî ziman ku tişta li hember wan tê kirin zilmek mezin e û banga danişîna dê di 25’ê kanûnê de were lidarxistin kir.