Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin 2020-12-18 09:22:35 ŞIRNEX - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk: "Em yekîtiya neteweyî pêk bînin û tifaqa xwe çêbikin."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di çarçoveya kampanyaya "Em yekîtiya xwe çêbikin, tecrîdê bişikînin, azad bibin" de li Şirnex û navçeyên wê serdana gel û esnafan dike. Her heyet serdan malbatan jî dike û guh li daxwazên gel dike. Hevserokê KCD'ê û Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Agiriyê Berdan Ozturk, xebatên li herêmê nirxandin.    Ozturk, anî ziman ku bi biryarên di Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) a sala 2014'an de hatibûn girtin "plana hilweşandinê" xistibûn dewrê û got: "Bi biryara MGK'ê ji bo tunekirina gelê kurd planek hat amadekirin. Ev plan li Cizîrê hat kirin. Botan, her tim ji bo dîrok, nasname û vîna Kurdistanê li ber xwe daye. Lewma dewlet êrîşê dibe ser gelê Botanê. Berxwedana xwerêveberiyê 'plana hilweşandinê' pûç kir. Berxwedana li Botanê nehişt ev plan pêk bê."    ‘BOTAN SERÎ NETEWAND'    Ozturk, anî ziman ku 10 roj in li Şirnex û navçeyên wê serdanan dikin û got: "Di demên dawî de digotin 'Em ê kurdan tune bikin.' Lê îro gava em lê dinêrin, ew li ber tunebûnê ne. 10 roj in em li Botanê ne. Û bi rastî jî em dibînin bê ku dewlete polîtîkayên çi qasî qirêjî xistiye dewrê. Ciwanan daxilî nav tiryak û fuhûşê dikin. Bi vî awayî dixwazin berxwedana civakiyî bişikînin. Malbatên me serdana wan kirin bi vê dizanin û hay ji vê hene. Helwesta malbatan moralê me xurt kir. Di dîroka Kurdistanê de cihekî taybet ê Botanê heye. Gelê Botanê tu carî serî li ber faşîzmê netewandiye û çok daneniye. Dewlet ji salên 90'î ve hemû polîtîkayên xwe yên qirêj li Botanê dike. Lê gelê Botanê tu carî bêdeng nemaye."    'TECRÛBEYA BOTANÊ'    Ozturk ku got "Li gelek deverên Kurdistanê operasyon tên kirin û kes tên girtin" anî ziman ku armanca van operasyonan ew e ku gelê kurd paş de gav bavêje. Ozturk got: "5 sal in tu tişt nemaye ku nekirine. Çi ji destê wan hat kirin. Di warê aborî de jî xwestin tahdê li kurdan bikin, lê ev jî pûç bû. Ji lewra Botan xwedî tecrûbe ye. Bi têkoşîan xwe ev polîtîka jî pûç kirin. Em ji dîrokê dizanin ku Botan dê li ber tu kesî çok daneyne. Gelê Botanê di berxwedanên xwerêveberiyê de rûyê rast ê dewletê derxist holê. Bi tanq û topan mirov kuştin, lê kesî serî netewand."    ‘DAXWAZ YEKÎTÎ YE'    Ozturk bal kişand ser xebatên yekîtiya neteweyî û got: "Li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşan dibin ser nasnameya gelê kur. Lê gelê kurd divê dev ji yekîtiya xwe bernede. KCD, 13 sal li dû xwe hiştin. Ji roja roj de xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî didomîne. Di sala 2013'an de hindik mabû yekîtî çêbibe. Lê dewletên emperyalîst li be rkongreyê rabûn. 10 roj in em li Botanê dixebitin. Armanca sereke ya van xebatan yekîtiya neteweyî ye."    Li ser vî asasî em mal bi mal geriyan. Me serdana malbatan kir. Tenê daxwazek malbatan heye, ew jî tifaq û yekîtiya neteweyî ye. Xebatên me KCD'ê yên herî girîng ji bo yekîtiyê ne. Em di vî warî de hesas in û bi hesasî tevdigerin. Em yekîtiya neteweyî pêk bînin û tifaqa xwe çêbikin."    MA / Zeynep Dûrgût