Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq 2020-12-18 09:21:11 COLEMÊRG - Şêniyên gundên li newalên li dor rêya Colemêrg-Çelê, saet di navbera 08.00-17.00'de dikarin biçin gundên xwe. Her wiha welatî nikarin têra xwe lazmatiyên xwe bibin malê, ji lewra kotayek hatiye danîn.    Piştî hewldana darbeya eskerî ya sala 2016'an, Rewşa Awarte hatibû ragihandin. Yek ji bajarên ku herî zêde nesîb ji vê rewşa awarte girtiye jî Colemêrg e. Ji wê rojê heya niha di bin navê "ewlehiyê" de gelek tevdîrên hişk hatine girtin. Her wiha bi vê re li seranserê bajêr gelek qereqol, qaleqol, binkeyên eskerî û deverên sehîkirinê yên polîs û eskeran hatine çêkirin. Çûn hatine gelek gund û deverên hatine valakirin jî qedexeye.    GUNDÊN KU 'AMBARGO' LI SER WAN    Li gundên ku têketin û derketina wan ketine ber destûra "qismî" jî di sê salên dawî de bi "ambargoyeke" giran re rû bi rû mane. Hin ji gundên ku ambargo li ser wan hene ev in; Keha Kilîla, Talê, Valto, Kelêxan, Serê Spî, Keha Hemzo, Herê, Marînos, Davoş, Guzereş, Tixûb û Tiyar û mezrikên girêdayî wan.   ŞERT    Li têketina geliyên ku gelek gund lê ne û bi hezaran kes lê dijîn, deverên sehîkirin yên eskeran hene. Esker, nexasim jî ji bo gundên Tiyar û Marînosê şerê saet 08.00-17.00 danîne ber gundiyan ku ji xeynî van saetan kes nikare biçe gund. Kesên dixwazin biçin cem xizmên xwe lê ne ji van gundan e, nikarin biçin. Her wiha çûna gundiyan a kolanên sereke û deverên çolterî jî qedexeye.    KOTA    Her wiha li van gundan ji bo erzaq û zexîre jî "kota" heye. Gundî ji xeynî kotaya ku eskeran daniye nikarin berên wekî şekir, rûn, arvan û çay bikirin û bibin malê. Heger gundî ji zêdetirî kotaya diyarkirî tiştekî bistînin esker dest datînin ser wan. Ev kota tenê ne ji bo zexîre û erzaq e, ji bo guberyê çandiniyê jî ye. Ji bo berên ceryanê jî destûra bi şert heye. Gava gundî amûrên ceryanê bikirin, esker lê dinêrin bê ka ji kîjan şîrketê hatine stendin. Heger li gor wan "xetere" be, dest datînin ser wan beran.    DESTÛRA JI BO NEXWEŞXANEYÊ    Mafê tenduristiyê yê gundiyan jî tê binpêkirin. Gundî li gor saeta hatiye diyarkirin dikarin biçin nexweşxaneyê, lê heger saet derbas bibe divê bi rêya keya destûrê ji qereqolê bixwazin. Piştî destûr tê dayîn, gundî bi wesayîtên xwe diçin, wesayît tune be gazî ambulansê dikin.    Şêniyê gundê Tiyarê Îsmaîl Keskîn, anî ziman ku ev pêkanîn barê wan giran kirine. Keskîn, diyar kir ku nikarin biçin kolanên sereke û li hewayê tim amûrên hewayê yên bêmirov digerin. Keskîn, da zanîn ku her tiştî li gor kotayê dikirin û gubreyê ku berê bi awayekî qismî destûra wê hebû, niha bi temamî hatiey qedexekirin û ji ber vê berên wan ên çandiniyê kêm bûne.    Keskîn, xwest rojek berî rojekê ev yek bi dawî bibe.     HER TIŞT QEDEXE YE    Şêniyê Geliyê Tiyarê Abdûllah Acar jî xwest pêkanîna "kota"yê bi dawî bibe. Acar got: "Tûtin, firingî, birinc... Em dikarin du tiştan bibin. Destûra yekê didin. Em nikarin du kîs arvan bibin. Em dixwazin ev yek bi dawî bibe."    MA / Gokhan Altay