Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana 2020-12-18 09:16:46   STENBOL - Şahida Komkujiya 19'ê Kanûnê Fatîme Akalin, anî ziman ku armanca "Operasyona Vegera Li Jiyanê" ew bû ku civakê hepsî hucreyan bike û hîmê zextên niha jî li ser asasên wê demê ne.    Di 19'ê Kanûna 2000'î de li 20 girtîgehên cuda di bin navê "Vegera Li Jiyanê" operasyonek hevwext hatibû kirin. Di ser wê operasyonê re 20 sal derbas bûn. Bi sedan girtiyên ku girtîgehên Tîpa F'yê protesto kirin û ketin greva birçîbûnê, bi êrîşên bi sedan esker û polîsan re rû bi rû mabûn. Di van êrîşan 2 jê esker û yên din girtî, bi giştî 32 kes jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan girtî jî birîndar bûbûn.    PROVAYA KOMKUJIYÊ    Şahida wê demê Fatîme Akalin, behsa wan rojan kir. Akalin, wê demê di Girtîgeha Nîgdeyê de bûye.   Akalin got: "Polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê di 26'ê Îlonê de li Ûlûcanlarê dest pê kirin. Di operasyonên 26'ê Îlonê de ez li Ûlûcanlarê bûm. Dewletê dixwest di ser Ûlûcanlarê de êrîşê bibe ser girtîgehan. Li vê derê ceribandin. Lê nêrîn bê ka civak bertekeke çawa nîşan dide. Piştî vê dewletê dest bi haziriyên mezintir kirin. Gava komkujî çêbû, ez di Girtîgeha Nîgdeyê de bûê. Dewletê, wê çaxê hewl dide girtîgehên wekî hucreyan çêbike. Bi vî awayî dixwest mirovan bi tenê bihêle û civakê perçe bike. Em jî, ji bo ku em pêşî li ber vê bigirin me dest bi berxwedana rojiya mirinê kir. Piştî demekê ku hîn berxwedan rojiya mirinê dewam dikir, oeprasyona 'Vegera Li Jiyanê' dan destpêkirin."    GAVA BIRÎNDAR BÛYE LÊ DANE    Akalin, bi vî awayî behsa wan rojan kir: "Em 13 kes di qawîşekê de bûn. Ji bo em li ber êrîşan rabin, şert û mercên me yên fizîkî ne gunacn bûn. Me hemûyan bi giranî birîndar kirin û em bi wesayîtên rîngê birin nexweşxaneyê. Gava me birin nexweşxaneyê, kelemçeyên li destê me pir jidandin. heqaret kirin, sixêf gotin. Bia wayekî fizîkî tahde kirin. em giş birîndar bûn. Em birîndar bûn, lê dîsa jî li me didan. Li nexweşxaneyê jî ji dêvla tahdeya fizîkî tahdeya derûnî kirin."    ARMANCA WAN CIVAKÊ HEPSÎ HUCREYAN BIKIN    Akalin, destnîşan kir ku wê demê dewletê dixwest di şexsê girtîgehan de civakê hepsî hucreyan bike. Akalin, bilêv kir ku hîmê zext û zoriyên niha jî li ser asasê wê demê ne û got: "Jiyanê bixwe kirin hucre. Niha werê êrîş dikin ku her kes ketiye etra xwe. Êrîşê dibin ser partiyan û kesan. Tu kes ji van êrîşan ne bêpar e. Rejîmeke otorîter heye. Hiqûq neamye. Pergaleke ku dixwaze her tiştî bike heye. Guh nadin biryarên dadgehan jî. Kifş e bê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê çawa birin. Niha bi sedan kesên hatine hilbijartin girtî ne. Pergal bi awayekî pergala otorîter mudaxileyî tevahiya civakê dike."    BIHEVREBÛN    Akalin, destnîşan kir ku li hemberî van kirinan tekane rêya çareseriyê bihevrebûn e û got: "Em hemû, bêyî ku cudahiyên xwe bidin pêş, divê em bên cem hev du û li ber vê rejîma otorîter bibin dîwar. Dibe ku îro ev rejîma çewisîner em di quncikekê de asê kiribin, lê belê tekane rêya xelasiyê em mil bidin milê hev du û li cem hev bin."    MA / Erdogan Alayûmat – Berna Kîşîn