Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin 2020-12-18 09:11:31 AMED - Kesên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên sekinandin, bi awayekî devkî û fizîkî êrîş biribûn ser HDP'iyan. Her sê HDP'î bi hinceta ku giliyê wan hatiye kirin hatibûn binçavkirin. Lê belê piştî ku polîsan wan bir midûriyetê, 6 saet şûn de derbarê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn.    Êrîş û hewaretên kesên ku bi telîmata Wezareta Karên Navxweyî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hatine rûniştandin didomin. Di 10' Kanûnê de ev kesên ku bi îdiaya zarokên wan hatine revandin li ber avahiya partiyê hatine rûniştandin, bi awayekî fizîkî û devjî êrîş biribûn ser şêwirmendê Parlementera HDP'ê ya Amedê semra Guzel Kenan Canpolat, Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Kezban Kûday û endama partiyê Afîfe Kartalê. Piştî êrîşê giliyê wan hat kirin û her sê HDP'î hatin binçavkirin.    Canpolat, Kûday û Kartalê bi tawanbariya heqaretê birin Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Di dema îfadeyê de derbarê çalakiyên ku tevlê bûne pirs ji wan hatin kirin. Hat hînbûn ku piştî 6 saetên li midûriyeta polîsan hîn nû derbarê her sê HDP'iyan de bryara binçavkirinê hatiye dayîn. A din a rojê her sê HDP'î hatin berdan.    ÇALAKIYÊN HDP'Ê    Kezban Kûday, destnîşan kir ku roja bûyerê heqaret li wan hatiye kirin û wan tenê ji wan kesan re gotiye "bi terbiye bin". Kûday, diyar kir ku heqaret nekirine û got: "Jixwe şêwaza partiya me her tiştî nîşan dide. Hem helwesta min hem jş ya hevalên min bi vî awayî bû."    Kûday, bilêv kir ku tişta ku qewimiye tiştekî edlî bûye, lê belê cardin wan birine TEM'ê û ji ber ku endama meclîsa ciwana ye, di lêpirsîna li TEM'ê de çalakiyên ku tevlî wan bûye jê hatiye pirsîn û polîsan xwestiye çalakiyên wan wekî çalakiyên îllegal nîşan bidin.    Kûday, destnîşan kir ku kesên li ber avahiya partyê hatine rûniştandin, ji aliyê polîsan ve tên bikaranîn. Her wiha Kûday, diyar kir ku li midûriyeta polîsan pirsên wekî "Tu ji bo çi li van dera yî? Tu ji ku derê yî, tu çima hatiyî?" jê hatine pirsîn.    HEM HEQARET HEM JÎ BINÇAVKIRIN    Afîfe Kartal jî anî ziman ku gava diçû hundirê avahiya partiyê, heqaret lê hatiye kirin û got: "Keça min a biçûk li cem min bû. Gava sixêf kirin, min çarika serê xwe nîşan da û ji wan re got, 'Dêya we jî heye, keça we jî heye û zarokên we jî hene, ma hûn fedî nakin?' Gava ji avahiyê derketim polîsan dora min girt. Paşê bi hinceta giliyê min hatiye kirin, ez binçav kirim. Min jî li midûriyeta polîsan giliyê wan kir."    Kartal, bilêv kir ku li emniyetê merasîmên cenazeyên ên tevli wan bûye û grevên birçîbûnê jê hatine pirsîn.    LI EMNIYETÊ BIRYARA BINÇAVKIRINÊ HAT GIRTIN    Şêwirmend Kenan Canpolat jî anî ziman ku derbarê wan de tu biryara binçavkirinê tune bû, lê belê dîsa jî hatine binçavkirin û piştî hatine binçavkirin 6 saet şûnde biryara binçavkirinê hatiye girtin. Canpolat got: "Parêzerê min hat, prsî bê biryara binçavkirinê û îfadeyê heye yan ne. Paşê em hîn bûn ku em bi kirineke kêfî re rû bi rû mane. POlîsan got, 'Bisekinin em hewl didin biryara binçavkirinê bigirin.' Piştî biryara binçavkirinê hat, em şevekê di hucreyê de man. A din a rojê jî em bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan. Derbarê vê bûyerê de tenê pirsek ji me kirin. Lê belê civîn û çalakiyên ez tevli wan bûme jî ji min pirsîn."   Canpolat, anî ziman ku a hatiye kirin polîtîkaya tepisandinê ye.