ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-18 09:02:09   * Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîda Îmraliyê dan destpêkirin ket roja 22’an. Dayika girtî Mehmet Yildirim ê ku di koma 3’yemîn a greva birçîbûnê de cih girt, Hazal Yildirim, diyar kir ku girtî wê di hundir de, ewê jî dê li derve li berxwe bidin.   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk: "Em yekîtiya neteweyî pêk bînin û tifaqa xwe çêbikin."    * Li Mereşê 42 sal berê komkujiyek qewimî bû û 111 kes hatibûn kuştin. Ji şahidên komkujiyê Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozen diyar kir ku qirkirina wê demê di roja îroyîn de bi polîtîkaya “bêlewî hiştin û talan xwezayê” didome.”   * Bazara Heywanan a Agiriyê ku di mehên havînê de ji toz û dumanê xuya nake, bi hatina berf û baranê re jî, vediguhere teqana heriyê. Welatiyên ku li bazarê dixebitin û bi wergirtina gîzmeyan bergiriyên xwe digirin, ji vê rewşê şaredariya AKP’ê berpirsiyar digirin.    * Di ser mirina nivîskar û rojnamevan Mahmût Baksî re 20 sal derbas bûn. Nivîskar Firat Cewerî, bal kişand ji bo wêjeya Baksî got: "Ew, ji bo nifşên nû mîak bû, hêvî bû."    * Kesên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên sekinandin, bi awayekî devkî û fizîkî êrîş biribûn ser HDP'iyan. Her sê HDP'î bi hinceta ku giliyê wan hatiye kirin hatibûn binçavkirin. Lê belê piştî ku polîsan wan bir midûriyetê, 6 saet şûn de derbarê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn.    * Veysel Arslan, ji bo meaşê kêm got: "Li cem me meaşê jiyaneke mirovane, sînorê xizaniyê ye."    * Kardêr Şerîf Acara ku di çaçroveya lêpirsîna nelirêtiyê de ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin îfade da, destnîşan kir ku wesayîta ku qeyûm bi kar tîne bi bertîla hatiye dayîn hatiye kirîn û li dor 3.5 milyon TL'yî pere bi darê zorê jê hatiye stendin.    * Şahida Komkujiya 19'ê Kanûnê Fatîme Akalin, anî ziman ku armanca "Operasyona Vegera Li Jiyanê" ew bû ku civakê hepsî hucreyan bike û hîmê zextên niha jî li ser asasên wê demê ne.    * Komeleya Lêkolînên Kurdî, vîdeoyên dersên kurdî li ser Youtubeyê bar dike. Mamsoteyê komeleyê Alî Arslan, anî ziman ku bi vî awayî hem dixwazin xwendin û nivîsandina bi kurdî hîn bikin hem jî rêzimana kurdî û armanca wan, pêşî li ber bişaftinê bigirin.    * Şêniyên gundên li newalên li dor rêya Colemêrg-Çelê, saet di navbera 08.00-17.00'de dikarin biçin gundên xwe. Her wiha welatî nikarin têra xwe lazmatiyên xwe bibin malê, ji lewra kotayek hatiye danîn.    * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk: "Em yekîtiya neteweyî pêk bînin û tifaqa xwe çêbikin."    * Platforma Jinan a Antalya, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa karkerê çandiyê yê rastî tuneyê hat Altın Erdogan, wê li ber Bîrdariya Attalos daxuyaniyê bide. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, bi boneya Roja Penaberên Cîhanê wê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * KESK, wê li Edene û Amedê, derbarê budçeyê de daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30-16.30)