243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2020-12-17 19:26:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 243 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 27 hezar û 515 kesên din jî pozîtîf derket.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 243 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 27 hezar û 515 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 17 hezar û 364 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû milyon û 955 hezar û 680.