Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan 2020-12-17 16:41:27   ENQERE – Serokên giştî yên Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên li dijî HDP’ê rexne kirin û gotin ev gotin ne di siyasetê de û ne jî di însaniyetê de hene.   Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû çû serdana Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû. Piştî serdanê herdu serokan li navenda Giştî ya Partiya Pêşerojê civîna çapemeniyê li dar xistin.   Li ser pirsa rojnamevanan a derbarê daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî derbarê HDP’ê de Karamollaoglû wiha got: “Ev nêzîkatiya li vir û şewaza siyasî rasterast însanan tarîf dike. Gotin her tim aydê xwediye xwe ye. Ne aydê yê hember e. Cihê gotinên birêz Bahçelî di siyasetê de nîne. Ev di siyasetê de nayên qebûlkirin. Ev gotinên Bahçelî tasvîp nakin. Dema meriv rabe bersiv bide her gotinên eletewş meriv jî dibe parçeyek ji wan.”   Serokê Giştî yê Partiya Peşerojê Davûtoglû jî heman pirsên derbarê Devlet Bahçelî de bersivand û got: “Gotinên siyasî şewqa zîhniyetê ye. Gotinên birêz Bahçelî û rêberên wî yên derbarê HDP’ê û derbarê me de jî bi her awayê xwe ji nezaketa siyasetê dûr e û derveyî siyasetê ye.”