Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan 2020-12-17 16:10:26 RIHA – Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ên li ber avahiya AKP’ê ya Rihayê bi boneya daxwaza edaletê çalakiya rûniştinê li dar xistin û duh hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê, AKP’iyan êrişî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrişê de hevjîn û du lawên Emîne Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar duh bi armanca daxwaza edaletê li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Bajêr a Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Di vê kêliya çalakiyê de polîsan Emîne Şenyaşar û lawê wê bi hêceta “muxalefetiya qanûna xwepêşandan û meşan kirine” binçav kiribûn. Herduyan jî li Şaxa Ewlehiya Miduriyeta Polîsan mafê dengnekirinê bikar anîn û îfade nedan. Serê sibê herduyan jî birin Edliya Rihayê û dozgeriyê îfadeyê wan girt.   Parêzerên Baroya Amedê û ÎHD’ê û rêveberên HDP’ê li Edliyê amade bûn.   3 PIRS   Dozger pirsên wek “Kî we şand ber avahiya AKP’ê? Çima hûn çûn wir? Tevî hişyariyên polîsan jî çima we çalakiya xwe domand?” ji Emîne Şeyaşar û lawê wê Ferît kirin.   'LAWÊ MIN SERBEST BERDIN’   Emîne Şenyaşar bi kurdî îfadeyê xwe da û di îfadeya xwe de destnîşan kir ku di êrişê de hevjînê wê û du lawên wê hatine kuştin û kürek wê hatiye birîndarkirin. Şenyaşar anî ziman ku ew bi daxwaza ku edalet ji bo kurê wê yê girtî pêk were û were berdan çûye ber avahiya AKP’ê. Şenyaşar destnîşan kir ku ew dixwaze kurê serbest bimîne.   ‘EM EDALET DIXWAZIN’   Ferît Şenyaşar jî di îfadeyê xwe de destnîşan kir ku ew di êrişê de bi giranî birîndar bûye û ew dixwazin edalet pêk were lewma li ber AKP’ê çalakî li dar xistine.   Parêzerê malbata Şenyaşar, Hidayet Ekmek jî parastina miwekîlên xwe kir û destnîşan kir ku binçavkirina miwekîlên wî li dijî hiqûqî ye, xwest edalet pêk were û ferdê malbatê yê girtî were berdan.   Dozger piştî karûbarên îfadeyan Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît bi şertê kontrola edlî sewqî dadger kir û dadger bi şertê di mehekî de du car îmze bikin ew serbest berdan.