Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye! 2020-12-17 16:04:58   ENQERE – Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, bertek nîşanî binçavkirina Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit Şenyaşar ên li pêş AKP'ê rûniştin û polîsan ew binçavkirin da û got: "14 mehin li pêş HDP'ê rûdinên serbest e, lê dema li pêş AKP'ê rûnên qedexe ye!"    Parazvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz, beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî esnafên malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşe de ji malbata  Şenyaşar bav û 2 kur hatibûn kuştin. Emine Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê hatin kuştin û kurê xwe Ferit Şenyaşar, bi armanca polîtîkayên AKP'ê şermezar bikin li pêş avahiya AKP'e ya Ruhayê rûniştin û piştre polîsan ew binçav kirin.    Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, binçavkirina Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, anî rojeva meclîsê û bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê da. Beştaş, wiha got: "Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi armanca edaletê bixwazin li pêş avahiya AKP'ê ya Rihayê rûniştin. Malbata Şenyaşar li Rihayê dijîn. Di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de Parazvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz êrîşî malbatê kirin û di êrîşê de 2 kurê Emine Celal û Adil Şenyaşar û hevjînê wê Esvet Şenyaşar hatin kuştin. Kurê wê Fadil Şenyaşar jî hêj girtî ye. Malbatê piştî li avahiya AKP'ê hevdîtin kirin li pêş avahiya AKP'ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî derketin derve êvarî saet di 18.00'an de dayik û kurê xwe hatin binçavkirin. Em beriya niha bi parêzeran re axivîn. Der barê dayik û kur de 24 saetan biryara binçavkirinê daye."      Beştaş, anî ziman ku ev daxwaz mafekî demokratîk û rewa ye û wiha got: "Dayikek ku 2 kur û hevjînê xwe winda kiriye bi vî şeklî tê binçavkirin. Dîsa heta 24 saeatan biryara binçavkirinê heye. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê bi lez serbest berdin.    Beştaş, da zanîn ku wisa xuya dike tu kes nikarin biçin pêş deriyê partiya îqtîdarê û wiha bi dawî kir: "Kes nikare li pêş deriyê partiya îqtîdarê daxwazekê bike. Lê 14 mehin malbat li pêş deriyê HDP'ê rûdinên. Di bin parastina polîsan de çalakiyan li dar dixin. Bila hemû Tirkiye bibhîze. Emine Şenyaşar niha di bin çavan de ye. Dayiyek 70 salî ye. 14 mehin em nikarin li pêş avahiya xwe çalakiyan li dar bixin. Xebatên me yên siyasî asteng dikin. Dema mijar dibe muxalefet her tişt rewa ye. Tenê li gorî AKP'ê destûra bingehîn heye. Dema AKP dike serbest e, dema HDP dike qedexe ye."